Maqûlan got dewleta Tirk bikin der
În 3 Hezîran 2022 - 22:12
- Li Mêrgepan a Silêmaniyê bi awayekî berfireh dagirkeriya dewleta Tirk ji aliyê bi dehan nivîskar, rojnamevan, akademîsyen û siyasetvanên Başûr û Rojavayê Kurdistanê ve hat nîşaqkirin.
Li Mêrgepan a Silêmaniyê bi awayekî berfireh dagirkeriya dewleta Tirk ji aliyê bi dehan nivîskar, rojnamevan, akademîsyen û siyasetvanên Başûr û Rojavayê Kurdistanê ve hat nîşaqkirin. Di dawiyê de bi daxuyaniyekê encamname hat xwendin. Hat diyarkirin ku ew ê li ser rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û metirsiya dagirkeriya Tirk a li ser Kurdistanê pêşniyaz û têbîniyên xwe wek raporekê radestî aliyên peywendîdar bikin.
Di dawiya guftûgoyan de pêr êvarê rojnamevan û çavdêrê siyasî Kemal Reuf encamnameya komcivînê xwend. Wî da zanîn ku ew ê vê encamnameyê bidin serokatiyên Iraq û Herêma Kurdistanê hemûyan.
Xalên sereke yên encamnameyê ku têde bang li Iraqê dike wiha ne:
Parlamena Iraqê divê tevdîran bigire
- Li ser leşkerkêşana Tirkiye û êrişên artêşa Tirkiye yên li ser xaka Herêmê, em hişyariyek tund didin aliyên peywendîdar ên Herêm, Iraq, UNAMI û nûnerên welatan ên li Herêmê. Armanca dewleta Tirkiye dagirkeriyek mezin e. Heta niha yên bi awayekî zelal hatin eşkere kirin, 37 baregehên mezin û 41 baregehên piçûk ên Tirkiye li nava xaka Herêma Kurdistanê hene.
Li aliyê din ji ber bombebaran û leşkerkêşana artêşa Tirk heta niha zêdetirî 650 gund vala bûne. Ji par heta niha jî 34 gund hatine vala kirin û metirsiya valekirinê li ser gelek gundên din jî hene.
Pêwîst e Parlamena Iraqê li gorî yasayên heyî, parastina serweriya xak û asîmanê welat bike û hewildanên cidî ji bo pêşîgirtina li êriş û leşkerkêşana artêşa Tirkiyeyê bigire.
Biryarên parlamenê bi cih bînin
- Artêşa Tirkiye li sinorê bajaroka Başîqa nêzî 100 kîlometran bi pêş de hatine, baregehên xwe avakirine, tenê 20 kîlometran ji Mûsilê dûr e.
Heger hewildanên Tirkiyê bi ser bikevin, wê hêzên xwe bi navenda leşkerî ya li Başîqa ve girêbide û piştre jî kar li ser dagirkirina Mûsilê bike. Ji bona wê berpirsyartiyek mezin dikeve ser milê hikûmeta Iraqê da ku serweriya xaka xwe bi parêze. Ew divê biryarên parlamena Iraq û ya Herêma Kurdistanê yên derbarê derxistina artêşa Tirk de bi cih bîne.
- Pêwîst e parastin û ewlehiya jiyan û mal bê misogerkirin. Parastina penaberên siyasî û xelkê sivîl ê nav kampên li Herêma Kurdistanê de divê bike ku car bi car dibin hedefa bombebaranên balefirên Tirkiyeyê. Ev tawaneke li dijî mafên penaberî û mafê mirovan li tevahiya cîhanê.
- Tevayî konsolosxane, nûnerên welatan ên li Herêma Kurdistanê, encûmena asayîşê ya Netewên Yekbûyî û nûnera taybet a Netewên Yekbûyî li ber berpirsyariyeke mezin de ne. Pêwîst e ev alî karekî cidî li gel aliyên peywendîdar bikin daku zexteke bihêz li ser dewleta Tirk çêkin û di demeke nêz de pêşî li êriş û dagirkeriyê bigrin.
Di heft salên bihurî de 113 welatiyên sivîl şehîd bûn û di nava wan de gelek zarok hene.
Metirsî li ser statuya Başûr heye
Pêşniyaz û tesbîtên sereke yên li ser Başûrê Kurdistanê jî ev in:
- Derbarê metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê, li gorî me divê hikûmet û parlamena Herêma Kurdistan bi şêweyekî cidî li gel hikûmeta federal bikevin nava guftûgoyan, mijarên nehatine çareserkirin, di demeke zûde çareser bikin. Bi taybetî mijarên sotemenî û enerjiyê ku mijarên herî mezin ên nakokiyan in.
- Nabe bi ti awayî desthilatdarên Herêma Kurdistanê rê bi xwe bidin ku serweriya xak û gelê Herêma Kurdistanê binpê bikin.
Metirsiyeke cidî li ser Herêma Kurdistanê çêbûye, heta nûnera UNAMI çend caran îşaret pê kiriye. Balyozê Emerîkayê jî meha bihurî bi zelalî eşkere kir ku metirsî li ser statûya Herêma Kurdistanê heye.
- Nabe hikûmeta Iraqê mafên darayî, jiyana xelkê Herêmê û serweriya xaka Herêma Kurdistanê bike beşek ji nakokiyên siyasî, îdarî ji bo cezakirina hin serkirdeyên siyasî yên Herêmê.
SILÊMANÎ