Mamoste Zara û zimanê dayikê

Seevan SAEED nivîsand —

Sêşem 11 Çile 2022 - 22:12

  • Li Rojhilatê Kurdistanê, li bin desthilatdariya dewleta Îranê, ziman û nasnameya Kurdî ne naskirî ye û ne jî fermî ye. 

Li Rojhilatê Kurdistanê, li bin desthilatdariya dewleta Îranê, ziman û nasnameya Kurdî ne naskirî ye û ne jî fermî ye. Rejîma heyî weke ya beriya xwe, bi ti awayî naxwaze gelên bindest li Îranê zimanên xwe bi kar bînin. Lê bi dehan sal e ku zimanê Kurdî li ser asta gelêrî û çandî her maye û her bi pêş ve jî diçe. 
Ya rastî, sedem ew e ku gelê Kurd li rojhilatê welatê me, ti caran dest ji xebata ji bo jiyana azad û mafên xwe yên siyasî û civakî bernedaye. Xebat a mamosteyên Kurd ji bo parastin û bipêşxistina ziman û çanda Kurdî rû bi rûyî bi hezaran astengî û dijwariyan bûye. Dîsa jî Xebat dewam dike. 
Mamoste Zara Mohammedî (Mihemedî) weke semboleke berxwedêr ji bo xebata mamosteyên Kurd dikeve zindana dewleta dagirker a Îranê. Beriya Mamoste Zara, Mamoste Ferzad Kemanger jî bi can û şehadeta xwe dîroka mamosteyên Kurd nivîsand.
Ez li vir dixwazim mijarekê bînim ziman. Gelo dewletên ku Kurdistan dagir kirine, çima ji zimanê me ditirsin? Çima nahêlin zimanê me bibe zimanekî fermî li welatê wan? Ya rastî ew e ku zimanê me hem nasnameya me ye, hem ji rûmet û kerameta me ye. Heger em li zimanê xwe xwedî dernekevin, heqê dijmin e jî ku me piçûk û bê qîmet bibîne, bi wî rengî li me binihêre. 
Birêz Ocalan dibêje, “Gelekî ku bi zimanê xwe neaxive û nenivîsê, heq kiriye ku bê qîmet were dîtin.” Herçî ev mijar e, gelê me li rojhilatê welatê me, rexmî her astengî û naheqîyê, bi awayekî girseyî li zimanê xwe xwedî derketiye. Heger li Bakurê welat, mamoste Mûsa Anter ji bo çand û zimanê me di zindanê de dimîne û paşê şehîd dibe; li rojhilat ji mamoste Zara Mohammedî îro ji bo mafê zimanê dayikê di zindanê de girtiye. Mamoste Ferzad Kemanger ji bo ziman û çanda me şehîd bûye. 
Ez dixwazim bibêjim, heger li ser asta siyasî, li rojhilatê welat şikestek hebe jî, li ser asta civakî û çandî, û xwedîderketina li zimanê me serketineke pirr mezin heye. Gava ku li rojhilat firsendeke siyasî were pêşiya me, miheqeq bipêşketina civakî û zimanî dibe sedemeke pirr mezin ji bo serketina firsenda siyasî jî. Em dikarin bibêjin, roja rojhilat a Kurdistanê gava ku hil tê, tevahîiya welat ronî dike. Kurd dibêjin, şewqa heyvê ji êvarê ve xuya ye. Ez piştrast im ku hêviya mamosta Hêmin Mukriyanî çi zû û çi dereng, dibe rastîyeke li ber çavan. Azadiya ax û zimanê me dibe rastîyeke zelal. Êdî ruhê şehîdên me şa dibin. Em dîlan û govenda xwe li dora mezelê mamoste Hêmin digirin û bi zimanê xwe şayî dikin. 
 
Kîj û kir diden le dewrî gorî Hêmin reşbelek
Min ke şingêrî şehîdanim le kwê şînim dewê 

Mamosta Hêmin dibêje:
Keç û xort li dora mezelê Hêmin govendê bigirin
Ez ku ji şîngirê şehîdan im; êdî şînê naxwazim 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.