Mamoste Eskender Lutfî berdin

În 3 Hezîran 2022 - 21:15

  • Eskender Lutfî berdevkê Şêwra hevahengîkirina saziyên sinifî yên çandî yên Îranê ye. 

Pêncşema bihurî yanî 2´yê Hezîranê 29 mamoste û çalakvanên sinifî ji bo nîşandana nerazîbûna ji binçavkirina mamosteyan û her wiha ji bo piştevaniya mamoste Eskender Lutfî dest bi greva birçîbûnê kirin. Eskender Lutfî berdevkê Şêwra hevahengîkirina saziyên sinifî yên çandî yên Îranê ye. 

Wan çalakvanên sinifî li mala xwe dest bi gireva birçîbûnê kir. wan ragihand ku heta aqûbeta Eskender Lutfî diyar nebe, ew ê dest ji gireva birçîbûnê bernedin.

Duşema bihurî (30´ê Gulanê)  Eskender Lutfî, endamê birêveberiya Encûmena Sinifî ya Mamosteyên Kurdistan-Merîwanê, ji bo nîşandana nerazîbûna li derheq berdewamiya binçavkirina neyasayî û ji ber ku hêzên rejîma Îranê hewl didin bi darê zorê îtîrafnameyê pê bidin îmzekirin, dest bi greva birçîbûnê kiribû. Îtlaeta Îranê dixwaze ew li têkiliyên ku Îtalaet îdîa dike hene yên bi du welatiyên Fransayê yên di nezaretê de mikur bê.

Ji Bûşêhr heta, Xorasana Bakur, ji Hersîn heta bi Kurdistanê, ji Loriostana heta bi Tehranê, ji Pasargad heta Kerecê bi giştî 29 mamosta ji bo piştgiriyê bidin Eskender Lutfî di greva birçîbûnê de ne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.