Malbata Barzanî bûye kole!

Pêncşem 11 Tîrmeh 2024 - 00:15

Siyasetmedarê Kurd yê ji Rojhilatê Kurdistanê Elî Kerîmî, behsa dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistan, armanc û hedefên dagirkeriyê kir û wiha got:’’Operasyona Tirkiyeyê dihate pêşbînî kirin, ji ber ku Erdogan hertim gef dixwar û digot ewê herêmê ji PKK’ê paqij bikin. Li gorî min ev yek hîn zêdetir ji bo pêngava hilbijartina şaredariyan bû. Lê ne wisane, diyare Erdogan bi desthilatdariyê kore bûye. Meseleya dagirkirina Başûrê Kurdistanê heye, lê ya duyem jî, ji bilî koletiyê tiştek ji bo desthilatdarên Başûr nemaye. Ev PDK û malbata Barzanî aliyek Kurdistanê li ber destê wane, yê ku hemû tişt dike jî ew in. Em niha dibînin di meseleya hilbijartina parlamentoya Kurdistanê çawa MÎT a Tirk destwerdanê dike û nehişt hilbijartin pêk bê. Li Rojavayê Kurdistanê jî nehiştin hilbijartin pêk bê. Malbata Barzanî koletî û her tiştî ji Tirkiyeyê re dikin. Raste Tirkiye nêzîkî 80 baregehên leşkerî, li Herêma Kurdistanê avakiriye û hezaran leşker belav kiriye. Berwarî Bala û Amêdiyê dagirkiriye. Lê hêvîdarim gerîlayên PKK’ê wê rê nedin Tirkiye derbas bibe û êrişî wan bike. Ev yek di dema borî de, li Zap û Metîna hate dîtin.

Divê em li gel gerîla bin

Elî Kerîmî derbarê berxwedana gerîla de jî wiha got:’’Pêwîste em wek gel li ser fikra xwe bin, pêwîste gel li her derê xwe birêxistin û amade bike. Ger em wisan bi asayî lê temaşe bikîn, wê heman dagirkeriya li Efrînê dubare bibe. Divê em bixebitin û netirsin. Pêwîste em hemû bi hevre parastinê li Başûrê Kurdistanê bikin û rê nedin ji dest here. Bêguman tenê hêviya min bi gerîla heye. Şermek mezine ji me hemûyan re gerîlayek temen 19 salî li şûna me hemûyan bi canfedane li dijî Tirkê dagirker disekine û ji bo parastina welat têkoşîn dike. Gerîla li beramberî çekên kîmyawî şer dike. Gerîla bi qenasekê bi ser baregehên artêşa Tirk de digre. Hêviya min bi wan heye. Pêwîste wek gel em piştgiriyê bidin gerîlayên xwe. Ji ber ku gerîla xwedî îrade ye. Ji ber ku gerîla nahêle serê me Kurdan nizim bibe. Şermek mezine ji wan kesên ku xwe li pişt Barzanî de veşartine û li beramberî dagirkeriyê bêdeng in. 

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.