Mala xwe kiriye muzexane

Nûçeyên Çand/Huner

În 26 Tebax 2022 - 21:09

  • Salih Akoyî ji gundê Akoyan ê ser bi Rewanduzê ye. Wî mala xwe xistiye mîna muzexaneyekê û tê de berhemên çandî, hunerî û kelûpelên berê bi cih kirine.

Salih Akoyî ji gundê Akoyan ê ser bi Rewanduzê ye. Wî mala xwe xistiye mîna muzexaneyekê û tê de berhemên çandî, hunerî û kelûpelên berê bi cih kirine. Salih Akoyî dibêje, çand nasnameya netewan nîşan dide, ji bo wê çendê wî hewil daye nexasim jî çand û kelepora Kurdî biparêze.


Salih Akoyî 60 salî ye û dîwanxaneyek avakiriye. Wî navê ‘Dîwanxaneya Paşayê Gewre’ li dîwanxaneya xwe kiriye. Ew dibêje, ji ber ku ew gelekî ji Mîr Mihemed Paşayê Gewre yê Rewanduzê hez dike, wî ev nav li dîwanxaneya xwe kiriye.

Salih Akoyî derbarê karê xwe de dibêje, armanca wî ew e ku çanda Kurdî ya berê biparêze. Salih Akoyî dîwanxaneya xwe li nava hewşa mala xwe ava kiriye û her kesê bixwaze, nexasim jî ciwan, dikarin herin bibînin.

Li nav dîwanxaneya Salih Akoyî de sê tiştên gelek kevnar hene, yek ji wan xencereke ji serdema Mîr Mihemed Paşayê Gewre yê Rewanduzê ye, ya din jî rimeke ku serê wê hesin û tûj e bi darek zirav ve hatiye girêdan û dîroka wê zêdetirî du hezar salan e. Berhema din a herî kevin jî mohra qesabxaneya Rewanduzê ye.

Sala 1983’yan Salih Akoyî dest bi karê wênegirtin û tomarkirina dîmenan kiriye. Bi dehan cûrên kamera û wênegiran bi kar anîne. Di nava arşîva wî de bi sedan bibîranînên xelkê Rewanduzê û Soranê hene. Her wiha teyîbek gelek kevin ku bi wê dengê hunermend Şivan Perwer û Nasir Rezazî hatiye tomarkirin jî li cem Salih Akoyî heye.

Salih Akoyî derbarê parastina kelûporên Kurdî de rexne li hikûmeta Herêmê girtin û got, “Hikûmeta Herêmê giringî bi parastina kelepor, ferheng û çanda Kurdî nade. Ev yek jî bandorê dike li rastiya jiyana siyasî, ferhengî û civakî; wê têk dibe. Ji ber ku her welatek dema çand, huner û resentiya wê nema, wê nasnameya xwe ya resen ji dest bide.”

ROJNEWS/REWANDUZ 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.