Mafê perwerdeya bi Kurdî heq e

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 19 Tîrmeh 2022 - 22:06

  • Li Tirkiyeyê 600 hezar mamosteyên ku mezûn bûne û nehatine tayînkirin hene. 

Li Tirkiyeyê 600 hezar mamosteyên ku mezûn bûne û nehatine tayînkirin hene. Li gorî daneyên Dîwana Muhasebatê di saziyên perwerdehiyê de 120 hezar mamoste kêm in. Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmût Ozer jî ragihand ku di Îlonê de di 99 waran de ew ê 20 hezar mamosteyan tayîn bikin. Ji van 20 hezar mamosteyan 3 ji dersa hilbijartî ya Kurdî re hatine veqetandin. 

Serokê Şaxê Wanê yê Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm-Sen) Mûrat Atabay, eb yek wekî "heqareta li Kurdan" nirxand û got, ew li şûna dersên hilbijartî mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî diparêzin.

Atabay bi bîr xist ku ew ji berê vê doza perwerdehiya bi zimanê dayikê dikin.
 
‘Dersa hilbijartî heqaret e’

Atabay ji bo dersa hilbijartî hî got, “Li Tirkiyeyê nêzî 30 mîlyon Kurdî hene, lê Kurd nikarin qursekê jî vekin. Hemû saziyên ku li ser zimanê Kurdî dixebitin, bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) tên girtin. Mafê Kurdan heye ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibin û perwerde bikin. Dersa hilbijartî heqaret e. Em mafê perwerdeya bi zimanê dayikê diparêzin."

Bi hincetan Kurdî asteng dikin

Atabay, da zanîn ku her sal nêzî 200 xwendekar ji beşên Kurdî yên zanîngehan mezûn dibin û got, “Hûn tayinkirina mamosteyên Kurdî tenê ji bo xapandinê bikin jî, dîsa hûn mecbûr in ên mezûn bûne tayîn bikin. Heger hûn li hemberî hejmara mezûnan 3 kadroyan wezîfedar bikin, a rast hûn bi vê yekê nêzîkatiya xwe bi zelalî nîşan didin. Ev yek tê maneya 'Ji bo dersa hilbijartî neyê hilbijartin, em her tiştî dikin'. Dîsa di saziyên perwerdehiyê de rêgezek cidî heye ku xwendekar dersên hilbijartî yên Kurdî hilnebijêrin. Li gel vê, dema ku xwendekar Kurdî hildibijêre, bi gotina 'mamosteyên me tine ne' sinifêa dersa Kurdî venakin."

MA/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.