‘Mafê hêviyê’ ji bo Ocalan tê binpêkirin

În 9 Tebax 2024 - 02:35

Ji OHD’ê Parêzer Zîlan Aydin diyar kir cezayê darvekirinê li Tirkiyê bûye ‘’mirina spî’’, dewleta Tirk li gel ku peymanên navnenetewî îmze kiriye jî qanûnan binpê dike û guh nade biryarên DMME’yê yên derbarê Ocalan. Aydin her wiha got ‘’mafê hêviyê’’ bi helwesteke polîtîk nayê bicihanîn.  

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014’an de der barê Rêber Abdullah Ocalan de li ser “mafê hêviyê” biryara “binpêkirinê” dabû. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wê di meha îlonê de carek din bicive.  Wê ev mijara “binpêkirin” ango “mafê hêviyê” jî bê rojeva civîna Komîteyê. Her wiha wê Komîte kontrol bike ka gelo biryarên binpêkirinê yên DMME dide tên bicihanîn an nayên bicihanîn.  

Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Civaka Sivîl di Sîstema Înfaza Cezayê de (CÎSST) û Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî (TOHAV) , beriya civîna komîteyê, di 31’ê tîrmehê de komîteyê agahdar kirin. Di danezana agahdarkirinê de banga "guhertinên qanûnî yên pêwîst bên kirin" hat kirin. 

 Cezayê darvekirinê bûye ‘mirina spî’

Endama OHD’ê parêzer Zîlan Aydin têkildarî agahdarkirina komîteyê zanîn ku cezayê muebedê yê girankirî ku beriya anîna Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê weke cezayê darvekirinê di qanûnê de cih digirt, veguheriye "mirina spî" û diyar kir ku ev rewş li dijî mafên bingehîn ên mirovan e û wiha got: “Ji ber vê yekê serî li DMME'yê hat xistin. DMME jî biryarên 'binpêkirinê' da. Di destpêka vê biryarê de biryarên Vînter ên Îngilîstanê û biryarên Ocalan ên Tirkiyeyê hatin çêkirin. Dadgehê bêyî mafê berdana bi şert di girtîgehê de bimîne berovajî peymanê dît. Dadgehê ji bo kesên ku cezayê muebedê yê girankirî li wan hatiye birîn 25 sal dem da. Piştî vê heyamê biryar da ku rewşa wan ji nû ve bê nirxandin.” 

Tirkiye qanûnan binpê dike 

Aydin bal kişand ser li Tirkiyeyê di mijara "mafê hêviyê" û mafê serbestberdana bi şert de tu sererastkirin nîne û got: "Îdamkirina cezayên heta hetayê ne rewa ye. Tirkiye jî welatekî wiha ye ku peymanên Ewropayê qebûl dike. Di xala 90’î ya qanûna xwe ya bingehîn de jî dibêje, ‘Dema ku di navbera qanûnên xwe û peymanên navneteweyî de cudahî hebin, soz tê dayîn ku peymana navneteweyî were sepandin’. Li vir Tirkiye qanûnên xwe pêk nayîne."

 Tirkiyê guh nedaye biryarê

Aydin bi bîr xist ku DMME’yê piştî biryara Ocalan di 18’ê adara 2014’an de ji bo girtiyan Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Botan jî biryarên bi heman rengî girt. Aydin anî ziman ku tevî ku 10 sal di ser biryara sala 2014'an re derbas bûye jî Tirkiyeyê guh nedaya biryarê û li gorî wê tevnegeriyaye û diyar kir ku ragihandin ango agahdarkirina wan bi vê rewşê ve girêdayî ye.

Binpêkirina ‘’mafên hêviyê’’ polîtîk e 

Aydin destnîşan kir ku binpêkirina “mafên hêviyê” ya Tirkiyeyê meseleyek polîtîk e û got divê li dijî xemsariya Tirkiyeyê deng bê derxistin û têkoşîna li dijî vê bê berfirehkirin. 

 MA/OMER IBRAHÎMOGLU/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.