Mafê hêviyê, hêviyê temsîl dike

În 18 Tîrmeh 2025 - 03:48

ROZA METÎNA / AMED

Hevseroka Giştî ya OHD'ê, parêzer Ekîn Yeter bi lêv kir ku mafê hêviyê wekî navê xwe hêviyekê diafirîne û wiha got:"Sîstema hiqûqî ya niha ya Tirkiyeyê kodên înkar û asîmîlasyonê yên dewleta neteweyî dihewîne”

Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) Ekîn Yeter têkildarî mafê hêviyê nirxandin kir. Ekîn Yeter wiha got:” Niha hiqûq li dijî civakê wekî amûrekê tê bikaranîn. Bi vê re înkar û asîmîlasyonê, berdewam dike. Mafê hêviyê têgehek e ku, mîna navê xwe, hêviyê temsîl dike. Ew avakirina hêviyê ji bo girtiyekî nîşan dide ku wê rojekê were berdan."

Hiqûq kodên înkarê dihewîne

Ekîn Yeter bi lêv kir ku mafê hêviyê wekî navê xwe hêviyekê diafirîne û wiha got:"Sîstema hiqûqî ya niha ya Tirkiyeyê kodên înkar û asîmîlasyonê yên dewleta neteweyî dihewîne. Bi gotineke din, mafê hêviyê qadek e ku bi qanûna înfazê ve girêdayî ye, beşek ji komek qaîdeyên ku bi vî rengî hatine çêkirin e. Niha hiqûq li dijî civakê wekî amûrekê tê bikaranîn. Bi vê re înkar û asîmîlasyonê, berdewam dike. Mafê hêviyê têgehek e ku, mîna navê xwe, hêviyê temsîl dike. Ew avakirina hêviyê ji bo girtiyekî nîşan dide ku wê rojekê were berdan."

Em jî pêvajoyê dişopîn

Ekîn Yeter da zanîn ji bo parastina mafê hêviyê hewldanên wan jî hene û wiha pê de çû:"Rêxistinên civaka sivîl û pisporên hiqûqî mafê wan heye ku derbarê nebicîhanîna biryarên DMME'yê de Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê agahdar bikin. Me jî weke OHD, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), ÇHD, TIHV, TOHAV û gelek saziyên din ên hiqûqî agahdar kirine. Em jî pêvajoyê dişopîn û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ev mijar di civînên xwe de xistiye rojeva xwe û pêvajoyê dişopîne."

Divê komîte werin avakirin

Ekîn Yeter diyar kir ku polîtîkayên tecrîdê hîn dewam dikin û wiha dewam kir:"Bersivên Tirkiyeyê yên ji bo komîteyê bi gelemperî, ti hincetek berbiçav pêşkêş nedikirin ka çima mafê hêviyê nayê bicîhanîn. Berevajî vê, wan behsa biryarên efûyê yên ji bo girtiyên edlî dikirin. Ew ji mijarê direviyan. Mijara mafê hêviyê ji bo pêkanîna pêvajoyê ya li ser bingehek demokratîk, siyasî û qanûnî girîng e. Li Girava Îmraliyê hîn hevdîtina parêzeran a birêkûpêk nayê kirin. Niha, rojnamevan, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên qanûnî hîn jî nikarin serdana giravê bikin. Ev nîşan dide ku heman polîtîkayên tecrîdê yên ku di serdema berê de hatine bicîhanîn, di vê pêvajoyê de jî dewam dikin. Ji bo ku pêvajo bi rêkûpêk bimeşe, divê şert û mercên wekhev werin damezrandin, divê komîteyên parlementoyê werin avakirin da ku şert û mercên qanûnî yên ku astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk ji holê rakin, biafirînin."

Binpêkirina mafan dewam dike

Ekîn Yeter diyar kir ku binpêkirina mafên li girtîgehan dewam dike, divê girtiyên nexweş bên berdan û wiha bi dawî kir:"Me bi kurtasî li ser Mafê Hêviyê nîqaş kir, lê di rastiyê de, rejîma cezayê ji bo girtiyên siyasî cudakar e. Çima? Ew di bin TMK û qanûna cezayê de bi cudakariyê rû bi rû dimînin. Ev yek ji bo wan bi tevahî heyamek cezayê cudakar diafirîne. Ev, di encamê de, bandorê li ser hemî awayên berdanê dike. Bi rêziknameyên ku di dema pandemiyê de hatine destnîşankirin, lijneyên îdarî û çavdêriyê jî di girtîgehan de hatin damezrandin. Bi sedan girtiyan ji ber van lijneyan binpêkirinên mafan dîtine û hîn jî dibînin. Van lijneyan careke din wekî dadgehan tevgeriyane, neheqiyek nû afirandine. Ji ber vê yekê, ji bo çareserkirina van binpêkirinan, divê qanûna înfazê were sererastkirin, wekhevî di qanûna înfazê de were çêkirin û divê ÎGK werin betalkirin. Di hezîranê de, me rapora xwe ya li ser binpêkirinên mafan û daneyên li ser girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan ji hêla lijneyên çavdêriyê ve hatine paşxistin weşand. Divê ev lîste werin hesibandin û girtiyên nexweş tavilê werin berdan."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.