- Min niyet bû îro li ser kitêba çîrokan a Lokman Ayebe, "pilingekî li hewselê" binivîsim.
Min niyet bû îro li ser kitêba çîrokan a Lokman Ayebe, "pilingekî li hewselê" binivîsim. Lê piştî xwendinê, ew hisa ku çîrokên wî pirr dişibin wê kitêba çîrokan a Stefan Zweig a bi navê "Sternstunden der Menschheit (Kêliyên stêrkî yên mirovahiyê)" bela xwe ji min venekir. Ne ku çîrok bi xwe, lê awayê gotina çîrokan hinekî ew anî bîra min ji ber wê min got, ez bêhtir serê xwe biêşînim û nivîseke wiha ber bi hev ve ji vê meseleyê derêxim.
Sedema hizra min jî ew e ku Lokman Ayebe di gotina çîrokê de herçî awayê gotinê ye, tercîheke vê carê dûrî gotina romanên xwe kiriye. Sêwirandin êdî weke pêjnekê ye. Gava mirov zimanê wî dixwîne, weke ku mirov weqaînameyekê carinan bixwîne, carinan fakt - li vir behsa faktên bi rastî nakim, lê hisa gotina faktan dikim - zora çîrokê dibin. Stefan Zweig jî di çîrokên xwe yên di Sternstunden der Menscheit de hiseke bi heman rengî bi min re peyda kiribû. Belkî jî ev tercîheke wî bû ji bo ku kesê dixwîne şikê nebe ji rastîbûna çîrokan.
Axir weke min gotî ez ê di nivîseke berferehtir ji ya quncikê de, pê berferehtir dakevim. Lê ez ji meseleya çîrokan dernekevim. Di Çalakiyên Wêjeyî yên Huseyîn Çelebî yên îsal de çîroka serketî ya di beşa Kurdî de çîrokeke wilo bû ku sêwirandina wê xwe li gelek tiştan diceriband: Maçê.
Maçê kurteçîroka Jana Ba ye. Kurteçîroka xwe ji hepsê nivîsiye. Heger niha berdabin, wê deh salên wê yên di hepsê de temam bûbin. Gava mirov çîrokê dixwîne, mirov di cih de dibîne ku nivîskarê ji bo sêwirandina çîrokê gelekî serê xwe êşandiye. Sêwirandina wê gelek hêmanên estetîkê dihewîne. Peyv bi hostetî hatine bicihkirin; peyv neqandî ne û heger sebebeke peyvî li wir hebe û heger ne ji bo maneyê ev peyv hatibe bikaranîn ileh ji bo estetîkê ye. Lê ew mihasebeya ku çîrokbêj bi xwe dikare bibêje, "Mehkemeyên îstîxfarê… Na, dibêm qey ne ew bû; yên îstîhsahalê? … Na na, ne ew bû jî?!
Çi zuqqum û qureber be hêy!" … Ha ev muhsebe bi xwe dike ku xwendevan bêhtir li xwendinê biale. Jixwe mihasebeyeke bi mîzaheke jixwerazî, bixweewle, qebqebûyeke veşartî li xwendevên jî dixwe.
Na na ne tenê ev jî, Jana Ba ew hêmaya dramaya klasîk a Yewnan jî ceribandiye û belê li çîrokê hatiye. Erê ez behsa bi kar anîna koroyê dikim.
‘’Koroya Hechecîkan: Weyla lêê lêêê… lêêlê lêêê lêê Xemlê …. Xemlêya gerdan kevokê, memik bihokê, didan zîvê …qazê bazê teyrê tolazê Xemlêê’’
Ji koroyê jî ew mîzaha jixwe razî ne kêm e. Heta ji bo vê jî nakokiyên di pesndayîna jinan ji berhemên gelêrî de ji xwe re kiriye pêpelukek.
Wê di vê çîroka kurt de risteke Rênas Jiyan jî bi cih kiriye: "Bêdengî har, barbar, zinar..."
Lê ew terîfên ku hewaya trajediyeke Yewnan a klasîk her li ber destê me dihêle û wê bi mîzaheke jixwerazî didêre, aliyê herî xurt ê çîrokê, û gotina çîrokê ye. Ji bo Ezraîl dinivîsîne:
‘’Yek jê jî melkemot bû, canê hikumxwaran dixwast. Tim li hîvyê bû. Çik ser piyan sekinî bû. Te digot pir sakîn û rehet e, lê wisa dikir ku pir ecela wî heye… divê biçe… divê biçe lê dest vala neççe û naaaçe…’’
Axir ew gotinên li nava çîrokê reşandî yên weke "Mahkeme Başqaniyê" parçeyek ji vê estetîka gotina çîrokê û sêwirandina wê ne.
Heger çîrok li ser zimanekî ku gramer û rastnivîsa wê jî tekûz bihata danîn, hingê me dikarî behsa çîrokeke gelekî serketî bikin. Gava ku hat weşandin, û bi ya min divê bê weşandin, em ê bibînin ka redaksiyon û edîtoriyê karê xwe baş kiriye yan na.
parvê bike
Nivîsên Luqman GULDIVÊ
Hinek hatin xişxişê
4 teşrînê
Şahmaran û Nînazû
1 tîrmehê
Qey dizanin em Kurd in lema nehatin!
24 hezîranê
Welatê me divê bibe tifaqa me
27 gulanê