Ma Music salvegera 7’an pîroz kir

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 5 Adar 2024 - 00:53

Ma Music ku bi armanca “Ji bo her kesî muzîk” û “em ê zarokê vî welatî bê muzik nehêlin” beriya 7 salan hate vekirin, salvegera xwe ya 7’an bi şahiyekê pîroz kir. Ma Music şahiyê li avahiya xwe ya perwerdeyê lidarxist. Şagirt û malbatên şagirtan tev li şahiyê bûn. Her wiha gelek kesên din jî malbat û şagirtan bi tenê nehiştin û tevlî şahiyê bûn.

Mamosteyê muzîkê Sarya Ertaş destpêkê axivî û got; “Xelkê di nava van 7 salan de bû şahidê geleke tiştî. Roj bi roj em mezintir dibin. Me ala hunerî ji kesên weke Meryem Xan girt û em îro li ser daxwaza wan vî karî dimeşînin. Her wiha li hêla din hîna jî li hember xebatên bi Kurdî nerazîbûn heye û xebatên hunerî yên bi Kurdî tên qedexekirin. Em li hember vê helwêstê jî têdikoşin û em ê her li mîrasa ku ji me re maye xwedî derbikevin.”

Piştî axavtina Sarya Ertaş konsera Ma Music dest pê kir. Zarok, malbat û kesên beşdarî şahiyê bûn tev bi hevre strana “Kurdistan çi xweş e” gotin.

‘Ma Çand’ diyariya Newrozê ye

Piştî stran bi dawî bûn koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar jî axavtinekê kir û got; “Me 7 sal berê gotibû ku em ê zarokên vî welatî bê muzîk nehêlin. Em îsal jî soza xwe dubare dikin û em dibêjin hûn xwediyê Ma Musicê ne lê ne em. Em ê zarokên Kurd bê xwedî nehêlin û çanda Kurdî biparêzin. Di demeke nêz de em pirtûkxaneya Ma Musicê vedikin. Malbat dikarin pirtûkan diyariyê pirtûkxaneya me bikin. Her wiha em mizgîniyeke din jî didin we. Di 17’ê Adarê de ji bo zarokên Sûrê em ‘Ma Çand’ jî vedikin. Bila ev jî diyariya newrozê be ji zarokên vî welatî re.”

Piştî şahî bi dawî bû hemû beşdar li gel denge erbaneyê stranan gotin û govend gerandin. Şahî bi strana “Newroz e Newroz e” bi dawî bû.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.