Ma em jî neçin hewara Kurdî!

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 6 Gulan 2023 - 05:43

  • Zimanî Dayik esas bi sê karekterên sereke peyama xwe dide. Seferberiya ji bo zimanê dayikê ya mamosteyên dilxwaz ne tenê xwe nîşan dide, di heman demê de nav dixwe dide li hemberî zêhniyeta dewletparêz. Gotinên mamoste Hidayet, ji bo vê weke şûr jî tûj in: Di erdhejê dewlet bi hewarê ve neçû, ma em jî neçûna! Dersên zimanê dayikê lazim in, ma em bi hêviya dewletê ve bihêlin! 

LUQMAN GULDIVÊ

 

Em tevî mamosteya ciwan Sûsanê, berê xwe di nava jeepekê de didin Navenda Hesen Zîrek a li Bokanê. Jeepa me bi zor dixebite. Çendek mamosteyên Kurdî li wir civiyane û wê berê xwe bidin tax û gundan, da ku dersên zimanê Kurdî bidin. Xebateke xwebexşane ye. Filmê "Zimanî Dayik" ê Sarkew Megarî wiha berê awirên me dibe ser çîroka dilxwazên zimanê dayikê, mamosteyên Kurdî ên li Rojhilatê Kurdistanê. Axir Sarkew Megarî, jixwe naxwaze em di cih de bibin xwedî hukmekî. Ma ne, em di serî de bibin xwedî hukm, ew ê bibe "pêşhukmek".  

Ji bo pêşhukmên me weke temaşekerên Kurd bişikin, yan jî li bin guhê dîwêr bikevin, lazim e em guh bidin gotinên mamosteyê Kurdî Hidayet yê ku li Baneyê dersên Kurdî li mizgefta gundekî dide zarokan. Em pêşî wî li sinefekî dibînin, gava ku sinifên li gundan li mamosteyên dilxwaz leva dike. Ew gava van gotinên "Hin kes rexneyê li we digirin ku hûn hesankariyê dikin ji hikûmetê re, ji ber ku li şûna wê hûn dersên Kurdî organîze dikin" dibihîse, qet tiştekî xef nake û dibêje, "Dibe, çima na!" Hîna em li "dibe çima na"yê heyirîne, ew bi nimûneya alîkariya mexdûrên erdheja Kirmaşanê derba diduyê li me dixe: Karê hikûmetê bû bi hewara wan ve biçe, lê neçû, xelk qey bila li ber semayê biqufilîna? Ev xizmetên ku divê hikûmet bikin, gava hikûmet nekin, barekî wicdanî û civakî dixe stûyê xelkê. Meseleya dersên zimanê Kurdî ji bo mamoste Hidayet li Rojhilatê Kurdistanê jî diyar e, meseleyeke wicdanî ye û berdêla wê ne tenê ked, zeman û westa mamosteyan e.

Di filmê de yekser behsa wê neyê kirin jî em bi afîşên li hin odeyan daliqandî, bi nûçeyên di televizyonê de û wêneyên li ser belavok û broşuran, Zara Mihemedî dibînin: Mamosteya Kurdî ya ku deh sal cezayê hepsê ji ber ku dersên Kurdî dan, lê hatibû birrîn.  

Qedexekirineke defakto

Berdêl carinan bi rengekî din in jî: Rêveberê Înstîtuya Soma ya li bajarê Mehabadê, Rehîm Sultanî avahiya êdî betal a înstîtuyê nîşanî me dide, kursiyên bûne lod. Sala 2018´an dewleta Îranê destûra Înstîtuya Soma ya xebatê nû nekiriye û bi vî awayî bi rengekî ji rengan înstîtu girtiye, yan jî qedexe kiriye. Li Instîtuyê ji bilî dersên Kurdî dersên huner jî hatine dayîn. Paşê em hîn dibin, bêhtirî salekê di ser destûrnedana xebata înstîtuyê re bihuriye û ji hingê ve Rehîm Sultanî bê kar e. Ne tenê bêkar e, ew lazim e li hevjîna xwe miqate be ya ku ne kare bipeyive û ne jî kare nan bixwe. Hîna jî hêviya Rehîm Sultanî heye ku karibe li înstîtuyê dersên Kurdî bide.

 

Mamoste wêrek in

Tirsa mamosteyan û kesên ev ceza li ser wan tên sepandin kêm e. Em bi kamerayeke ku bi wan re radibe û rûdine, digerin. Ev jî derfetê dide me ku ne em mamosteyan ji xwe piçûktir yan jî mezintir nebînin, ne jî mamoste wisa hîs dikin weke ku ji kamerayê çêtir yan jî kêmtir bin. Ne tenê Rehîm Sultanî, mamoste Hidayet jî vî karî hem bi dilxwazî dike û hem jî ji berdêlên wê natirse. Lê ew eşkere behsa tirsa bavê xwe dike; bavê wî neçûye merasîmên ji bo sinifên Kurdî yên kurê xwe yê li gundê xwe jî.

Lê mesele ne ew tenê ye, bavê Sûsanê jidil û rehet dibêje, "ma ne lazim e Susan bizewice", hingê wê çawa karibe piştî karê xwe yê sereke, xwebexş mamostetiya zimanê Kurdî bike? Ne ku bavê wê destekê nadiyê. Em di diyalogeke di navbera keç û bavî de dibihîsin ku ew ji keça xwe re dibêje, erebeya wî edilî ye û keça wî dikare pê biçe gundan da ku dersên Kurdî bide.

 

Civakeke aşiqê zimanê xwe

Derhêner Sarkew Megarî ne tenê bi awirê mamosteyan li meseleyê dinihêre. Malbat, dê, zarok, bapîr û bav di meseleya hînkirina zimanê dayikê de çi difikirin? Bi xêra diyalogên wan ên bi mamosteyan re em şahidiyê li dildariyekê dikin. Jidil jî nexasim li gundan wiha xuya dike ku xelk aşiqê zimanê Kurdî ye û nekarîna hînbûna Kurdî li dibistanê heyf û mixabineke mezin e ji bo wan. Bapîrê Diyarê piçûk, Qadir, gava li ser meseleyê bi mamoste Sûsan re dipeyive, behsa astengiyên dewletê yên li hemberî hînkirina Kurdî li dibistanê dike û ji bo mamosteyên dilxwaz ên Kurdî jî hazir e ku alîkar be: Divê em bixwe gazî mamosteyên dilxwaz ên Kurdî bikin da ku li gundê me dersê bidin. Xelk gelekî dixwaze sinifê Kurdî ji bo wan bê danîn. Bi me xweş e ku Sûsan xan bê gundê me dersê bide, em ê mesrefên wê jî bidin. Ez bi xwe heqê kirêkirina maşînê û mesref û çi bin, ez ê bidim."

 

Arşîv baş bû lê belavkirina meseleyê na

Di filmî de bikaranîna arşîvê nexasim ji bo avakirina bingehekî hiqûqî yê daxwaza ji bo dersên zimanê Kurdî hatiye bicihkirin. Hem minaqeşeyên li ser hînkirina zimanên xelkên Îranê û hem jî erêkirina xala 15´an a destûra Îranê beriya bi bêhtirî 40 salan ji arşîvê tê nîşandan. Ev tercîh ne tercîheke xirab e. Heta, kesekî pispor wî dîmenî di çarçoveyeke dîrok û aktuel de bi cih bike jî baş e. Derhêner vê wezîfeyê dide Farûq Ehmedî, edîtorê kovara zanistî ya mehana Hojînê.

Lê derhêner bi ya min, ji vir û pê ve, dîmenên xwe zêde belawela kirine. Mamosteyekî Kurdî ji Urmiyê, yekî din ê ji Îlamê, yekî din ku bi zimanê Lekî dipeyive. Çalakekî ziman li vir û yekî din li devera din. Awirê min weke temaşevan esas sê karakterên esasî qebûl kirin û li ser wan bist bûn. Jixwe, meseleyên din xelk û mamosteyên din li dora wan bi cih dibûn. Lê diyar e hin fikarên din ên derhêner kirine ku ev awirê xweşik li ser sê karekteran bistbûyî, belawela bike. Ji ber vê, hin caran rengê filmekî belgeyî yê ji bo televîzyonan ên ku ji bo daketina bi meseleyên aktuel hatibe amadekirin, jî anî bîra min. 

Lê fikra derhêner a ku bi jeepa mamoste Sûsanê dest bi filmê kir, û dîsa bi dîmenên jeepa wê filmê xwe bi dawî kir, hinekî vê rewşa belawela ber bi hev ve tîne.

 

Me li bakur ev seferberî nedît!

Ez niha jî ji çarçoveya sînemayê ya filmî derkevim û berê xwe bidim rastiyeke din ku herî zêde jî bi mamoste Hidayet xwe weke zêhniyet nîşan da: Heger hînkirina zimanê Kurdî em weke pêdivî hîs dikin, naxwe eynî weke hewara di erdhejê de divê em rê û derfetan ava bikin ku li derveyî qalib û çarçoveyên desthilata dewletên heyî jî em van dersa organîze bikin û bidin Kurdan. Ev nuqteya filmî ji bo tevahiya tevgera zimanê Kurdî ya li Bakurê Kurdistanê, rexneya herî mezin e. Rojava şoreşa seferbertiya ziman, beriya şoreşa 19´ê Tîrmehê dabû destpêkirin, yanî esas li Rojava jî nimûneyeke ji bo Bakur hebû. Ez nedîtina wê tecrûbeyê jî weke rexneyeke mezin dibînim. Gava ez li vî filmî vegerim, heger mamoste û aktîvîstên li filmî temaşe bikin û weke min li ber xwe nekevin, naxwe ew hînkirina zimanê Kurdî weke pêdivî nabînin. Heger pêdivî be, naxwe çima ew seferberî li nav me nîne? Çima li her navçe û bajarî birrên mamosteyan bi karê xwe yê wicdanî ranabin? Çima bi dehan mamosteyên me nînin ku li tax û gunda dersên Kurdî bidilxwazî bidin?    

Filmê belgeyî yê Sarkew Megarî, “Zimanî Dayik" sala 2022´an hatiye çêkirin û 46 deqîqeyan dirêj e. Tevî kêmasiyên xwe yên di senaryoyê de û çendeke din ên teknîkî jî, filmekî hêjayî temaşekirinê ye, nexasim jî ji ber ku li ser têkoşîna ziman a Rojhilatê Kurdistanê agahdar dike. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.