Lozaneke din

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 22 Tîrmeh 2021 - 04:34

Em saleke din a peymana Lozanê li pey xwe dihêlin. Peymaneke ku 98 sal berê hatiye çêkirin. Kurd û Kurdistanî li dijî peymanê 98 sal in nerazîbûna xwe tînin ziman. Ji ber ku bi vê peymanê re navê Kurd û Kurdistanê hatiyê jêbirin. Lê tevî vê yekê dewleta Tirk jî nerazîbûna xwe ji peymanê tîne ziman. Ew Kurdistaneke çar perçe jî naxwazin. Kurd doza Kurdistaneke yekpare dikin, dewleta Tirk jî doza tinekirina Kurd û Kurdistanê dike. Ji bo vê yekê ye 98 sal in bênavber şerê Kurd û Tirkan bi awayekî fermî heye. Lê rabûrdiya beriya wê jî heye. Beriya avakirina Komara Tirk ango di dema Osmaniyan de heman kiryar hebûn. Wê demê jî Kurd dihatin qetilkirin. Bêgûman ferqa wê demê û niha heye. Lê hin tişt nehatine guhertin. Yek ji wan daxwaza dewleta Tirk a tinekirina Kurdan û hevkariya ji bo vê qirkirinê ye.

Niha jî dewleta Tirk xwe ji sed saliya peymana Lozanê re amade dike. Erdoganê ku xeyala Osmaniyan nû dike, vê yekê eşkere dibêje. Ew dixwaze di sed saliya peymanê de qirra Kurdan temam bike û Kurdistanê bi temamî dagir bike. Talûke û xeteriyeke ewqasî mezin li pêşiya Kurdan heye. Lê ev yek ewqasî ne di rojeva Kurdan de ye. Yên di ferqa wê de hene û dizanin bê dewleta Tirk çi dike. Ji bo vê yekê ye Rêber Apo timî qala vê mijarê dike. Ew jî hebûn û tinebûna Kurdan e. Rêber Apo û PKK'ê bi têkoşîna xwe nehiştin ku navê Kurd û Kurdistanê wenda bibe. Lê ev ne meseleya PKK'ê tenê ye. Xeterî mezin e û li dijî tevahiya Kurd û Kurdistanê ye.

Di vê sedsala 21'ê de jî navê Kurd û Kurdistanê qedexe ye. Ne Ewrûpa û ne jî Emerîka navê Kurd û Kurdistanê nabêjin. Ew kesên bi dewleta Tirk re peyman çêkirine îro jî bi heman rengî tevdigerin. Hê jî bi heman çavî li Kurdan dinêrin. Ji bo vê yekê talûke ewqasî mezin e. Îro statuya li Başûrê Kurdistanê jî di xeteriyê de ye. Piştî referandûma sala 2017'an bi carekê re gelek deverên Kurdistanê hatin dagirkirin. Ji wê demê ve dagirkeriya dewleta Tirk li ser axa Başûr zêde bû. Heman tişt ji bo Rojava jî derbas dibe. Deverên ku rêveberiya wê di destê Kurdan de ye garantiya wê tineye. Divê Kurd bi vî çavî li bûyeran temaşe bikin. Her tişt ji ber xwe çênabe û ji ber xwe naçe. Bi bedelên giran îro li Rojava û Başûr destketî hene. Ji bo ev destketî neçin divê têkoşîn domdar be. Çawa ku dewleta Tirk daye pey xeyalên Osmaniya nû û çavê wê li sala 2023'an e, divê Kurd jî bi vê ferasetê tevbigerin. Yanî rehet tevnegerin. Divê her kêlî bi têkoşînê derbas bibe.

Beyî têkoşînê tiştek bi dest nakeve. Eger berxwedan tinebe wê encam felaket be. Îro hê jî Kurd ji ber ku Kurd in li Tirkiyê têne kuştin û girtin. Meseleya ku dibêjin em xwişk û bira ne dûrî rastiyê ye. Îro hê jî li bajarên Tirkiyê êrişên nijadperestan li dijî Kurdan hene. Eger em xwişk û bira bin ev êriş çi ne. Ma we rojekê bihîstiye ku li bajarekî Kurdistanê welatiyekî Tirk êriş li ser çêbûye. Ji ber ku bi Tirkî axiviye êrişî kê hatiye kirin? Ferqa me û Tirkan jî ev e. Em û ew ne wekî hev in. Li welatê me dostanî û mervantî heye. Lê li welatê Tirkan dijmintî û nijadperestî heye. Eger emê bibin yek divê pîvanên wê hebin. Eger zimanê te û hebûna te qebûl neke wê demê çawa tu yê xwişk û bira be. Tu dibêje ez Kurd im, ew jî dibêje ma çi ferqa me heye, Kurd û Tirk yek e. Ev gotinên wan ên hatine jiberkirin. Lê di esasê xwe de dijminatî û nijadperestî heye. Yilmaz Guney li ser vê mijarê çepgirên Tirkiyê jî rexne dike û wiha dibêje; "Gava tu dibêjî Kurd, çepgiriya wan diqede." Ev rastiyeke li Tirkiyê ye. Îca ji bo ku Kurd di sedsaliya Lozanê de wenda nekin pêdivî bi hişyarbûn û zanabûnê heye. Sed sal in Kurd têne qetilkirin û koçberkirin. Ji bo dawîkirina vê siyasetê pêdivî bi yekîtiya Kurdan heye. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.