Loongkoonan û hunerê pîriyê

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 27 Îlon 2020 - 22:59

  • Loongkoonan hunermendeke aborîcînî ya sala 1910ʼan hatî dinê ye. Wê piştî 95 saliya xwe dest bi xêzkirin û rengkirina resman kiriye.

Loongkoonan hunermendeke aborîcînî ya sala 1910ʼan hatî dinê ye. Wê piştî 95 saliya xwe dest bi xêzkirin û rengkirina resman kir. Ew ji rûspiyên miletê Nyikina ye ku li herêma Kimberley ya li rojavayê Awustraliyayê dimînin. Loongkoonan li çiyayê Anderson nêzî çemê Fitzroyê hatiye dinê. Dê û bavê wê li sewalgehekê dixebitîn. Wê jî da ser şopa wan, bi birrên miyan re meşiya û xwarin çêkir; paşê ew hînî siwariya hespan bû û hînî xwedîkirina dewaran jî bû.
Di wexta baranê de ew diçû ser erdên ji rêûresmê yê miletê xwe. Li nav wan gelek rîtuel dihatin kirin û ji nava deviyan ber, mîwe dihatin berhevkirin, derman dihatin çêkirin.
Sala 2005ʼan, yanî gava ew 95 salî bû wê dest bi rengkirina tuwalan kir, bi xêra atolyeya Manambara ya hunermendên aborîcîn ên li bajarê Derbyê. Resmên wê yên birqokî tavilê bal birin ser xwe û hema hema li tevahiya eyaletên Awustraliyayê li pêşangehan hatin nîşandan. Berhemên wê îlham da nifşekî nû yê hunermendên Nyikina yên weke Peggy Wassi.
Berhemên wê îro li koleksiyonên Parlamena Awustraliyayê, Galeriya Huner a Rojavayê Awustraliyayê, Muzexaneya Antropolojiyê ya Berndtê ya li Zanîngeha Rojavayê Awustraliyayê, li Zanîngeha Macquarie û li Beşa Karûbarên Aborîcînan a li Canberrayê hene.

MELBOURNE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.