Lihevkirin firotina Iraqê ye

Pêncşem 22 Tebax 2024 - 03:15

  • Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû lihevkirina navbera Enqere û Bexdayê nirxand û got: Lihevkirina bi dewleta Tirk re tê wateya firotina Iraqê.

Mûstafa Karasû beşdarî bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haberê bû û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, êrişên dagirkeriyê, lihevkirina dawî ya navbera Enqere û Bexdayê nirxand. Mûstafa Karasû derbarê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ev nirxandin kirin:’’Tecrîd tevî ku dewam dike, şerekî taybet jî dimeşînin û qaşo dibêjin 'hevdîtin wê bê kirin lê tevgera me naxwaze'. Niha radibe propagandayeke vala dike. Cîhan tev zane ku di mijara Rêber Apo de em hesas in. Lewma gotina 'Di navbera Rêber Apo û gelê me û tevgera me de pirsgirêk heye, tevgera me naxwaze hevdîtin bi Rêber Apo re bê kirin' dereweke mezin e. Beriya demeke kurt em hîn bûn ku heyeteke dewleta Tirk li Ewropayê hin hevdîtin kir, di van hevdîtinan diyar kiriye ku sedema astengkirina hevdîtinan ew e ku Rêber Apo nêrîna xwe tîne ziman, peyaman dide civakê û gel, lewma jî nahêlin hevdîtin bê kirin. Mikur hatin. Rastî jî ji xwe ev e. Dewleta Tirk bi temamî dewleteke şerê taybet e. Hemû polîtîkayên xwe yên li dijî Kurdan şerê taybet e. Şerê xapandina civakê ye. Dema ku mijar pirsgirêka Kurd be, divê hûn ji tiştekî dewleta Tirk bawer nekin. Di demekê de ku modernîteya kapîtalîst cîhanê dirizîne, fikrê Rêber Apo reçeteya rizgariyê ye. Ji bilî paradîgma û nirxandinên Rêber Apo mirovahî nikare ji vê rizandin û hilweşîna modernîteya kapîtalîst bê rizgarkirin. Lewma ji ber ku mirovahî têkoşîna azadiya Rêber Apo di heman demê de weke têkoşîna azadî û rizgariya xwe dibîne qat bi qat wê xwedîderketina li Rêber Apo dewam bike.

Gerîla derbê lê dixe

Karasû derbarê şerê ku niha li Kurdistanê birêve diçe, berxwedana gerîla û êrişên dagirkeriyê de jî ev nirxandin kirin:’’Berxwedana li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rastî jî piralî bû. Dema dawî Yekîneyên Hewayî yên Dogan Zinar gelek çalakiyên girîng kirin. Derbên girîng li dijmin xistin. Niha ne ji Zap, Metîna û Avaşînê, ji ber ku ji aliyê başûr tên li ser wê xetê, di ser Derelûkê re êrişî Garê dikin. Niha êrişî her devera Bergarê dikin. Êrişên hewayî dikin, gundan dişewitînin, vala dikin. Lewma şer ji 3'ê Tîrmehê û pê ve derbasî qonaxeke nû bû. Berê ji Bakur, ji xeta sînor yan jî ji qadê êriş dikir û dihat. Bi balafiran, helîkopteran, SÎHA'yan bi vî rengî gav bi gav dihat. Niha ne welê ye. Niha veguheriye êrişekê ku qadên gerîla, Metîna, Zap, Avaşînê ji başûr ve dorpêç dike. Li aliyê din Garê kiriye hedefa xwe. Gundên li Bergarê niha şewitîne. Li Xakurkê jî şer heye. Şer li her derê heye. Dewleta Tirk ji xwe dibêje ku wê her derê bi dest bixe. Ev yek tê wê wateyê ku dibêje ew ê bi piştgiriya PDK'ê vê bike. Dibêje wê bi hev re wan herêman hemûyan kontrol bikin. Ev yek tê wê wateyê ku tevî PDK û Iraqê qadên Başûrê Kurdistanê mîna qadên xwe yên serweriyê, mîna Mêrdîn, Sêrtê dinirxîne. 

Gerîla bi tenê nehêlin!

Gerîla li hemberî êrişên dewleta Tirk bi taktîkeke di cih de, bi taktîka tîmên bi tevger û tunelan bersivê dide. Ji ber ku tîmên bi tevger ên xwe dispêrin tunelan li her derê hene, her tunelek mîna kelehekê ye. Û ji wê derê tîmên bi tevger her tim şer dikin. Derbê li hêzên dijmin dixe. Tîmên bi tevgera her roj ji wê derê derdikevin û li qadê derbê lê dixin. Li aliyê din taybetmendiyeke din a tunelan jî ew e ku li ser qadê serwer in. Leşker nikarin xwe nêzî wan qadan bikin ku tunel lê ne. Bi vî rengî tîmên bi tevger jî dikevin nava liv û tevgerê û derbê li dijmin dixin. Havînê jî derbê lê dixin. Berê di dema baranê de derb lê dihate xistin. Niha baran hebe yan jî nebe, di her şert û mercî de heval êrişê dibin ser hedefên dewleta Tirk. Divê piştgiriyê bidin vê têkoşînê. Gerîla têkoşîneke ewçend mezin a man û nemanê dimeşîne, lewma temaşekirina li vê yekê nabe. Yanî nikare bê gotin; Gerîla xweş lê dide, xweş li ber xwe dide, bi rengekî mezin li ber xwe dide. 

Bi şantajê Iraq kişandin nava şer

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû derbarê lihevkirina dawî ya di navbera dewleta Tirk û Iraqê de jî wiha got:’’Peymanek mohr kirin, xuya ye wê hîn bêhtir bi pêş ve bibin. Ya ku Iraq anî vê nuqteyê bi esasî polîtîkayên PDK'ê ye. Tirkiye û PDK'ê bi hev re zext li Iraqê kirin, bi vî rengî Iraq kişandin nava şer. Şantaj li Iraqê kirin, PDK’ê got ger tu nekevî nava vî şerî ez ê bêhtir bi dewleta Tirk re hevkariyê bikim û pirsgirêkan ji Iraqê re çêbikim. Bi vî rengî kir parçeyek ji şerê li dijî me. Belê, zexta dewleta Tirk heye, le belê eger PDK di nava vî karî de nebûya Iraq nedihat vê qonaxê. Yê ku herî zêde dixwaze Tevger bê girtin PDK ye. Ya ku li Şengalê PADÊ da girtin PDK ye. Agahiyê dide dewleta Tirk, dewleta Tirk jî zextê dike. Wezîrê Karên Derve yê Iraqê çûye, serkêşê heyetê, piştre jî Wezîrê Karên Derve yê Başûr çûye, endamên heyetê yên PDK'ê di nav de hene. Mîna şêwirmendên Iraqê ne. Rêveberiya Iraqê ya niha ji aliyê xwendin û fêhmkirina dîrokê ve lawaz e. Dewleta Tirk nas nake. Teslîmî polîtîkaya gêzer-ço ya dewleta Tirkiyeyê bûye. Ji bo hin derfetên aboriyê lihevkirineke bi vî rengî ya bi dewleta Tirk re firotina Iraqê ye. Divê gelên Iraqê, hêzên siyasî yên li Iraqê li ber xwe bidin. Divê xeteriya vê yekê bibînin; gelê Kurd ê li Başûrê Kurdistanê, partiyên siyasî divê vê yekê bibînin û li ber vê peymana Iraqê ya bi Tirkiyeyê re rabin. Ev yek teslîmbûyîn e. Lewma gef li ser YNK'ê heye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.