Li Zanîngeha Rojava afirînerî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 5 Hezîran 2024 - 00:28

XALID ETÊ / ANHA / QAMIŞLO

Solîn tevî hevalên xwe Ehmed û Alan di fakulteya mekatronîk a Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo de sala sêyemîn dixwînin û ber bi derçûnê ve diçin. Wan bi tecrûbeyekê û li gorî xwendina xwe robotekî axêver ê bi navê "ASTRO" ku ew yekemîn a li ser asta herêmê ye, çêkir. Ew hersê xwendekar li derdora robot (projeya wan a derçûnê) dicivin û pirsên wek "Tu çawa wî? Tu ji ku derê yî? Navê te çi ye? Biçe, raweste" jê dikin. Robot jî bersiva wan pirsan dide û li gorî fermanan bersivê tev digere. Ehmed Hesam (23) ê ji bajarê Dêrikê li ser makanîzma xebitîna robot wiha axivî: "Makanîzma xebitîna wî û pêkanîna erkan li ser esasê îşaretên dengê yên ku ew werdigire." "ASTRO" ji gelek parçe û hêmanan pêk tê. Ya herî sereke jî "Raspy" ye, ku ew wek ku Ehmed diyar kiriye "mejiyê robot" e. "Robot li gorî zimanê 'python' (ku ew jî di pratîkên toran, zanista agahiyan û fêrbûna otomatîk de tê bikaranîn) hatiye çêkirin. Beşa bermecî (nermalav) jî di robot de beşek girîng e. Em nêzî 2 mehan li ser wê xebitîn. Her wiha em li ser aliyên elektronîk û mekanîkî jî xebitîn nexasim betarî ku çavkaniya enerjiya robot e." Diyar Mihemed (21) ê ji Çilaxa got:"Mîkrofonê di robot de dengan werdigire, îşareta dengê diçe 'Raspy' û ew jî wê îşaretê vediguhezîne nivîsa 'Arduino' (tabloyeke elektronîk e) ew jî erk diyar dike. Eger deng pirs be, robot bersivê dide û eger fermana karekî be robot dilive û li gorî xweajotinê erkê xwe pêk tîne."

Solîn Îsmaîl (20) a ji Rimêlanê li ser astengiyên ku li pêşiya wan derketine wiha axivî:"Hin hêman nehatin peydakirin, her wiha hin tiştên teknîkî û bername li Sûriyê hatine qedexekirin. Mînak, sensorê ku 360 pileyan dibîne li herêmê nehat peydakirin. Ji ber wê em neçar man ku em sensorê 30 pileyan bi kar bînin. Di zekaya çêkirî de zimanê Kurdî tune ye û toreke taybet bi zimanê Kurdî ya xwendina agahiyan û fêrbûna otomatîk tune ye. Ji ber wê jî xebata bi salan li ser zimanê Kurdî di vî alî de pêwîst e. Derfetên kar ên beşa me li herêmê kêm in. Di aliyê teknolojî de zehmetî li herêmê hene û şîrketên ku di vî alî de dixebitin jî kêm in."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.