Li Yewnanistanê jî hilbijartin hebûn 

Nûçeyên Cîhan

Duşem 22 Gulan 2023 - 03:31

  • Li Yewnanistanê ji bo hilbijartina endamên parlamenê, hilbijêr çûn ser sindoqan. 

Li Yewnanistanê ji bo hilbijartina endamên parlamenê, hilbijêr çûn ser sindoqan. Gava nûçeya me dihat amadekirin, hîna encamên destpêkê yên femrî nehatibûn eşkerekirin. Lê belê, anket nîşan didin ku serokwezîrê rastgir Krîakos Mîçotakîs favorî ye. Partiya Syrîza ya çepgir jî dixwaze careke din bibe desthilat. 

Navendên dengdayînê, li gorî saeta herêmî heta saet 19.00’an li dengdanê vekirîbûn.

Partiya çepgir Syrîza ya ku ji 2015’an heta 2019’an hikûmet bû, dixwaze dîsa bibe hikûmet.

Serokwezîrê 55 salî Kyrîakos Mîçotaîks di mîtînga xwe ya dawî de ji bo “Yewnanistanan Nû” careke din wezîfe xwest.

Alkeksîs Tsîpras jî diyar kir ku ew ê dawiyê li vê kabûsê bîne.

Li gorî anketên di mehên dawî de, partiya Demokrasiya Nû ya Mîçotakîs favorî ye.

Li gorî anketan partiya muhafezekar wê ji sedî 32,7’ê dengan bistîne, Syrîza jî sedî 26´ê dengan wê bistîne. Di rêza sêyemîn de jî bi rêjeya ji sedî 8,3 partiya sosyalîst Pasok-Kînal tê.

Li gorî gelek çavdêrên siyasî heger piştî hilbijartinan hikûmeteke nû neyê avakirin, wê Hezîranê yan jî Tîrmehê ji nû ve hilbijartin werin kirin.

ATÎNA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.