Li wir bêhna wî naçike

Nûçeyên Çand/Huner

În 5 Tebax 2022 - 22:06

  • Helbestvanê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes li ser gora xwe hate bibîranîn.

Helbestvanê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes li ser gora xwe hate bibîranîn. Bibîranîn ji aliyê Saziya Çap û Weşanê û Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Silêmaniyê ve li Parka Azadî hat organîzekirin. Çend beş ji helbestên Şêrko Bêkes hatin xwendin. Di merasîmê de pêşangehek taybet a berhemên Şêrko Bêkes jî hate vekirin.

Şêrko Bêkes di 4’ê Tebaxa 2013’yan de ji ber nexweşiya penceşêrê li nexweşxaneya Karolînska ya li paytexta Swêdê Stockholmê, diçe ber dilovaniya xwedê. Şêrko Bêkes beriya wefat bike ev wesiyet kiribû: “Min li Parka Azadî ya Silêmaniyê li abîdeya şehîdan a di sala 1983’yan de hatiye avakirin, veşêrin. Li wir wê bêhna min neçike. Jinên ciwan, mêrên ciwan, hezkiriyên hev wê bibin mêvanên min.”

Rêveberê Giştî yê Rewşewnbîrî û Hunerî ya Silêmaniyê Dr. Muhsin Edîb di merasîmê de got, Şêrko Bêkes hemû helbestên xwe li ser jiyana gelê xwe nivîsîne. Piştre Rêveberê Saziya Çap û Weşanê Azad Berzencî jî got, heta Kurd, rewşenbîr û wêjevanên Kurd bimînin, Şêrko Bêkes wê zindî bimîne.

Merasîm bi pêşkêşkirina berhemên hunerî yên Koma Muzîkê ya Şem bi dawî bû.

Şêrko Bêkes di 2’yê Gulana 1940’an de li taxa Guwêje ya Silêmaniyê hatiyê dinê. Kurê helbestvanê navdar Fayiq Ebdulla Bêkes û Şefîqe Seîdî Westa Hesen bûye. Zêdetirî 30 pirtûkên Şêrko Bêkes hatine çapkirin û belavkirin. 

ANF/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.