Li Wintherthurê festîvala zarokan

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 29 Hezîran 2023 - 03:40

ERDOGAN ZAMÛR/ANF/WINTHERTHUR

 

Li bajarê Wintherthur ê Swîsreyê dawiya hefteyê ê festîvala zarokan bê lidarxistin. Festîval wê bi pêşengiya Civaka Demokratîk a Kurd a li Wintherthur (CDK-W) bê lidarxistin. Amadekariyên festîvalê qediyane.

Festîval wê 2'ê Tîrmehê roja Yekşemê saet di 10:00´an de li qada Wuartiervereîn Gutschickê pêk were û aktîvîteyên zarokan bêne kirin. Koroya Zarokan a Wintherthurê wê di festîvalê de hunerê xwe pêşkêş bike. Her wiha wê şano hebe, dar bêne çandin, defîle hebe, pêşandana palyaço û pêşbirk bêne lidarxistin. Hunermend Serhado, Elenora Gelawêj û Bulent Tûran jî wê derkevin ser dikê.

 

Înîsiyatîf bi temamî ya zarokan e

Hevserokê CDK-W'ê Îsmaîl Kaya li ser festîvalê axivî û got, tevî ku festîval ji aliyê meclîsê ve tê lidarxistin jî înîsiyatîfa wê, wê bi temamî bi zarokan re be. Kaya got, "Li dîasporayê cara yekemîn festîvaleke bi vî rengî tê lidarxistin. Ji bo festîvalê, zarokan komîteyek ava kir. Hunermendên ku wê tevlî bibin, wan bi xwe diyar kirin. Festîval bi temamî li gorî biryara zarokan hate birêxistinkirin. Cara yekem e, zarok wê bi cîhana xwe ya pak pêşengiyê ji me re bikin. Ev gelekî bi wate ye. Ev zarok di heman demê de tevlî kursa zimanê Kurdî ya li komeleya me dibin. Kedeke mezin dan. Li qada festîvalê ji 10 dezgehan 9 wê yên zarokan bin. Weke komele em ê tenê li dezgehekê bin. Dezgehên din hemû wê yên zarokan bin. Weke Meclîsa Wintherthurê em bang li her kesî dikin da ku tevlî festîvala zarokan bibin. Em zarokên xwe di vî karê watedar de bi tenê nehêlin."

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.