‘Li wî û kilamên wî xwedî derkevin’

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 13 Îlon 2022 - 21:03

  • Dengbêj Silêmanê Şirnexî ku bi deng û awaza xwe ya xweş tê naskirin, piştî xwîn çûbû ser mêjiyê wî, felc bûbû. 

ZEYNEP DÛRGUT / MA/ŞIRNEX

Dengbêj Silêmanê Şirnexî ku bi deng û awaza xwe ya xweş tê naskirin, piştî xwîn çûbû ser mêjiyê wî, felc bûbû.

Dengbêj Silêman niha di nava cihan de ye, xweziya wî ye ku karibe weke berê bistrê.

Dengbêj Silêmanê Şirnexî (70 salî) li gundê Cêman ê ser bi navçeya Sîlopiyaya Şirnexê hatiye dinê û ji zarokatiya xwe ve li Şirnexê dengbêjiyê dike. Ew bi kilamên xwe û dengê xwe yê xweş tê naskirin. Di Gulanê bihurî de xwîn çûbû ser mejiyê wî û ji ber vê aliyê rastê yê bedena wî felc bûbû. Dengêj Silêmanê Şirnexî, niha di nava cihan de ye û nikare biaxive. Xweziya wî ew e ku karibe wekî berê stranan bibêje. 

Kurê wî Tekîn Kabûl (35 salî) jî dibêje, bavê wî pirr li ber xwe dikeve ji ber ku nikare bistrê. Tekîn Kabûl ev 20 sal in bi xwe jî li dawetan distrê. 

‘Niha baştir e’ 

Tekîn Kabûl dibêje, bavê wî heta vî emrê xwe jî neçûbû ser bijîşkan û cara yekem e ku bavê wî nexweş ketiye.

Kabûl got, "Me bi hev re xwarin xwar û bavê min piştre çû mala cîranan û li wir nexweş ket. Bavê min 5 mehan li nexweşxaneyê ma û ev 10 roj in me ew aniye malê. Ji serê xwe emeliyat bû û piştre jî me dest bi dermankirina wî ya fizîkî kir. Ewilî nikaribû xwarinê bixwe. Lê niha baştir e.”

‘Ji ber nikare kilaman bibêje diqehire’ 

Kurê Silêmanê Şirnexî, Tekîn Kabûl dibêje, li cîhanê li ber dilê bavê wî tiştê herî bi qîmet dengbêjî ye: "Bavê min ji dengbêjiyê gelekî hez dike. Bavê min li her dîwanê dengbêjî dikir. Di paletiyê de û li mevandariyê, hema li her derê digot. Bavê min ji jiyanê hez dike. Bavê min qet li malê nedisekinî. Ji ber ku êdî nikare kilaman bibêje, pirr xemgîn e û xwe pirr diqehirîne. Carna, gava hevalên wî tên serdana wî û dibêjin, ew diqehire. Carna ew bi xwe jî hewl dide ku bibêje, lê nikare. Bi tesîra bavê xwe ez jî stranan dibêjim, ev 20 sal in di dewatan de stranan dibêjim." 

Dengbêj Silêmanê Şirnexî di bernameyekê de gotibû: "Ez bi eslê xwe Şirnexî me. Bavê min piştre ji wir çûye Sîlopyayê. Em eslê xwe winda nakin. Min qencî û xirabî fêm kiriye. Ez heta niha dengbêjîyê dikim. Dengbêj Feqe Salihê Sedo bandor li min kiriye. Min gelek stran çêkirine, lê min bêhtir stranên wî gotine. Dengbêjî heye li ser şer e, li ser evînê ye. Her kes li ser tiştekî dibêje."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.