Li warê Mazlûm Dogan mihrîcana çandê 

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 12 Tebax 2024 - 00:31

Starta 1’emîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Dep a Xarpêtê duh hate dayin. Di roja ewil a mihrîcanê de li baxçeyê gel konserek hate lidarxistin. Bi hezaran kes tev li konserê bûn. Hevşaredarên Depê Songul Duzgun û Cafer Ogur di axaftinên xwe de bal kişandin ser êrişên li dijî zimanê Kurdî. 

Piştî Koma Zarokan a KAYY-DER’ê, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî. Bayindir, ewil Mazlum Dogan bi bîr anî û got: “Dep, ji bo têkoşîna gelê me xwedî cihekî girîng e. Ev der warê Mazlum Dogan e. Tu hêz dê nekarin vê têkoşînê têk bibin.” 

Em talan û dagirkeriyê qebûl nakin 

Bayindir, bertek nîşanî zextên li ser Kurdî jî da û got: “Bi vê mihrîcanê peyama hûn çi dikin bikin lê em ê dîsa xwedî li çand, xak û xwezaya xwe derkevin hatiye dayin. Taqeta îktîdarê ya li hemberî têkoşîna me nema ye. Lewma êrişî zimanê me, çand û xwezaya me dike. Xwezaya Kurdistanê talan dike, daristanan, bajarên me qetil dike. Xelkê Çewlig, Dêrsim, Xarpêt û Depê îro li vir nîşan da ku ew ê talan û dagirkeriyê qebûl nekin. Dê her tim li ber xwe bide.” 

Zext heye lê berdxwedan jî heye

Bayindir, da zanîn ku dê têkoşîna gelê Kurd bi pêşengtiya dayikan, bi pêşengiya jinên Kurd ên leheng ên berxwedêr bi ser keve. Bayindir, herî dawî got: “Zext û zilm heye lê berxwedan jî heye û tu hêz dê nekarin têkoşîna me têk bibin. Ev gel dê bi ser keve.” 

 Piştî axaftinan jî Koma Sîdeng, Babetna, Mîkaîl Aslan û Diyar 23 derketin ser dikê. Beşdarên mihrîcanê bi saetan li ber stranên cur bi cur govend gerandin. 

Mihrîcan dê bi çalakiyên cur bi cur bidome. 

MA/XARPET

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.