Biennale ya Venedîkê dest pê kir

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 1 Îlon 2022 - 22:12

  • Di festîvalê de ji bilî nîşandana filman û çalakiyên hunerî, wê xwediyê xelata mezin a "Şêrê Zêrîn" bê neqandin.

Festîvala Filman Venedîkê ya 79´an bi merasimeke mezin pêr dest pê kir. Di festîvalê de ji bilî nîşandana filman û çalakiyên hunerî, wê xwediyê xelata mezin a "Şêrê Zêrîn" bê neqandin.

Festîvala Filman a Venedîkê îsal di navbera 31'ê Tebaxê û 10'ê Îlonê de li dar dikeve. Filma derhênerê ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Noah Baumbach a bi navê "White Noise (Dengêniya Spî)” wekî filma destpêkirina festîvalê hat nîşandayîn.

Di şeva destpêkirina festîvalê de serokê La Biennale di Venzia (navê fermî yê festîvalê) Roberto Cicutto, Xelata Şêrê Zêrîn a ji bo Destketiyên Emrekî da aktrîsta Fransî Catherine Deneuve.

Seroka juriya ku wê serketiyên pêşbirka Şêrê Zêrîn diyar bike jî lîstikvan Julianne Moore ye. Alberto Barbera, Rodrigo Sorogoyen,  Leonardo Di Costanzo, Kazuo Ishiguro, Audrey Diwan, Mariano Cohn û Leila Hatami jî ji endamên juriyê ne.

VENEDÎK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.