Li Tîşrinê şopa jinên têkoşer
Duşem 3 Sibat 2025 - 03:00
Jinên ku pêşengiya berxwedana li Bendava Tişrînê kirin, peyama; “Em parazvanên xak, av û enerjiya xwe ne. Heta ku dilopek xwîn di canê me de hebe, em ê parastina bendava xwe bikin” dan û ji kesên li dû xwe re mîrasa ku çavkaniya xwe ji çanda berxwedêriyê digire, hiştin.
Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê hem ji bejahî, hem jî ji hewayî ve ji 8’ê Kanûna 2024’an ve êrîşî Bendava Tişrînê dikin. Ji roja ku êrîşan dest pê kiriye ve heta niha gelên Bakur Rojhilatê Suriyeyê bi pêşengiya jinan ji bo parastina bendavê ber bi Tişrînê ve dimeşin. Dewleta Tirk bi balafirên şer û balafirên bê mirov êrîşî karwanên ku diçin bendavê dike. Heya niha bi giştî 22 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 6 ji wan jin in, her wiha bi sedan kes jî birîndar bûne.
Jinên ku ji çûyîna Bendavê re pêşengî dikin, di peyamên xwe de dibêjin; “Em parazvanên xak, av û enerjiya xwe ne. Heta ku dilopek xwîn di canê me de hebe, em ê parastina bendava xwe bikin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji sala 2011’an ve bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Gelekî ku dizane bê berdêl azadî nabe, her ku berdêlan dide dibêje heya ku em hene emê şopdarên rêça te bin ey şehîd.”
Ji aliyekî ve her roj kesên jiyana xwe ji dest didin dispêrin axê, ji aliyê din ve berxwedan û desteka xwe ya ji bo zarokên xwe, didomînin. Jinên ku beşdarî vê berxwedanê bûne û di encama êrîşên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dane jî di nava dilê gelê xwe û rûpelên spî yên dîrokê de cihê xwe digirin.
Menîce Heyder di sala 1977’an de li gundê Senciqê yê Bajarê Amûdê ji dayik dibe. Dibistanê heya pola 9’an dixwîne. Di sala 2013’an de bi awayekî çalak beşdarî xebatan dibe. Di 18’ê Çileyê de li Bendava Tişrînê di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker a bi firoka bê mirov de hat qetilkirin.
Hemû kêliyên berxwedana Kobanê di dilê xwe de girt û ber bi jiyanê ve meşiya
Hezna Ebdê, di sala 1979’an de li gundê Kelehê yê bajarê Dêrikê ji dayik bûye, ji wan jinan e ku pêşengiyê ji Şoreşa Jinan re kiriye. Li ku derê ji bo azadiyê xebat bihata kirin, Hezna Ebdê li wê derê bû. Ranewestiya tu car, ji ber ku rastiya zext û qirkirina li ser Kurd û Kurdistanê ji nêz ve dîtibû. Bi vê hêrsê Hezna Ebdê çawa ku di gavên destpêkê yên şoreşê de cihê xwe girt, ji bo parastina destkeftiyên ku di 12 salan de çêbûne, berê xwe da Bendava Tişrînê. Di 21’ê Çileyê de li Bendava Tişrînê di êrişa dewleta Tirk de hat qetilkirin.
Kerem Ehmed di sala 1994’an de li Bajarê Dêrezorê ji dayik bû. Beşa Hunerên Destan xwend. Endama xebatên Koma Zenûbiya bû. Bi dilê xwe yê mezin tevli berxwedana Tişrînê bûbû. Di 9’ê Çileyê de li Bendava Tişrînê di êrîşa dewleta Tirk de hat qetilkirin.
Roniz Mihemed di 26’ê Hezîrana sala 2004’an de li gundê Helincê yê Kobanê ji dayik bû. Dibêjin ku cih û mekanên lingên şervanên jinên li wan ketibe, jiyan û xweşikbûnê bi hev re dihûnin, xwe bera nava dilê welatê xwe didin. Tu tişt nikare hêza têkiliya bi jinan re vebêje. Ji ber wê her mekana ku di erdnîgariya wê de jinên xweşik hebin, bizanibin bi berxwedana jinan hatiye avakirin. Wê bi dilê xwe yê mezin, xweşikbûn û ciwaniya xwe berê xwe da berxwedana Tişrînê. Ew hê xwendekara zanîngehê bû. Di 22’yê Çileyê de li Bendava Tişrînê di êrişa dewleta Tirk de hat qetilkirin.
Zozan Hamo, li bajarê Efrînê ji dayûk bû. Dibistanê heya pola 4’an xwend. Ew jî weke jineke ciwan bi awayekî çalak beşdarî xebatan bû. Bi dagirkirina Efrînê re rastiya şer û dagirkeriyê dît. Zozan, bi tiştên ku di nava demê de qewimîbûn bi dil û mêjiyê xwe mezin bû lê bi awayê bedenî hê biçûk bû. Bi cesaret û dilê xwe yê mezin tevli berxwedana Tişrînê bû. Di 9’ê Çileyê de li Bendava Tişrînê di êrişa dewleta Tirk de hat qetilkirin.
NÛJINHA/QAMIŞLO