Li Tişrîn û Qereqozaxê şer giran e
Pêncşem 9 Çile 2025 - 03:05
Li gorî agahiyên ji herêmê, êrişên hewayî û bejahî yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêma Tişrînê berdewam dikin.
Hate ragihandin balafirên şer û yên bêmirov-biçek ên dewleta Tirk a dagirker, herêmê bombebaran dikin. Dagirker û çeteyên wan ji bejahî ve jî bi topan êriş dikin. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersivên tund didin dagirkeran û pevçûnên dijwar didomin. Ji ber êrişên dagirkeran, xeteriya hilweşîn an jî zirara mezin a bendava Tişrînê zêdetir dibe. Di şerê li derdora Bendava Tişrînê de 2 wesayîtên ku çeka doçka li ser hatibûn bicîhkirin, hatin tinekirin. Li gundewarên bendava Tişrînê di navbera şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de didomin. Li gorî agahiyên ji herêmê, şervan bersivên tund didin çeteyan û derbayan li wan dixin.
Li aliyekê din dewleta Tirk a dagirker pira Qereqozaqê yê başûrê bajarê Kobanê topbaran dike.
Herwiha li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji herêmê, şervanên QSDˋê pêr li herêma Bendava Tişrînê ya başûrê Kobanê balafira bêmirov a Bayraktar a bi cureya TB2 a dewleta Tirk a dagirker xiste xwarê.
ANHA