Li Tirbespiyê ‘Pirtûkxaneya Şaha’ hat vekirin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 17 Îlon 2024 - 15:52

  • Bi beşdariya Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê, Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê, saziyên Rêveberiya Xweser û xelkê bajêr li parka Kongra Star Pirtûkxaneya Şaha ya Xwendinê hat vekirin.

Di merasîma vekirinê de rojnamevan Alan Roj ê ku çavdêriyê li pirtûkxaneyê dike axivî û bixêrhatina beşdaran kir û got: "Em spasiya her kesên beşdarî amadekirin û vekirina vê pirtûkxaneyê bûne, dikin."
Roj wiha domand: "Ji Tirbespiyê gelek rewşenbîr û nivîskarên Kurd derketin, di oxira civaka xwe de fedakariyên mezin pêkêş kirin. Em banga teşwîqkirina xwendinê dikin."
Her wiha rêvebera Kongra Star a kantona Qamişlo Rodîn Îsa destnîşan kir ku Şoreşa Rojava ji bo têkoşîna jina azad li tevahî cîhanê modela têkoşînê bû û destkeftiyên mezin bi dest xistin.
Piştî pirtûkxane hat vekirin, beşdaran wek diyarî pirtûk xistin pirtûkxaneyê.
Şaha Sebîr Osman, dayika şehîd Rêwan Tirbespiyê ye. Ew ji yekemîn jinên bi tevlêbûna li Meclisa Malbatên Şehîdan û tevahî çalakiyên li kantona Cizîrê beşdarî Şoreşa Rojava bûye. ANHA/QAMIŞLO

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.