Li tekûzbûn û qisûrê digere

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 27 Tîrmeh 2021 - 06:08

  • “Bêhtir biafirînin. Her tim rêzik û qaydeyan serûbinî hev bikin û bi karê xwe tiliya xwe di çavên hinan re rakin. Ji bo bipêşketinê divê em xwe li sînoran biqelibînin.”

Hunermendê Brezîlyayî Luciano Cian ev qederê 30 salan e ku bi huner re mijûl e û di warê sewirandinê de jî dixebite û berheman diafirîne. Ew bêhtir bi stîla xwe ya resen a wêrek tê naskirin. Stîla wî ya bi reng û sade naşibe stîla hunermendekî din. Wî xwe bi salan ji bo vê stîla cuda westandiye û herî dawî bi vê stîlê hatiye naskirin. Luciano Cian zêdetir portreyên anonîm yên jinan çêdike û fîgurên wî para bêhtir jin in. Ew van portreyan bi rengên zindî û xêzên mînîmal çêdike û fîgurên xwe di nav sîluetên tarî de nîşan dide. Her wiha ew ji geometriyê jî sûdê werdigire û geometriyê wek şêweyekê di wêneyên xwe de bi kar tîne. 

Luciano Cian li Sao Paulo tê dinê û li Rio de Janeiro dimîne. Luciano Cian ji 18 saliya xwe ve bi teknîkên boyaxê yên wêneyê re mijûl e. Bi salan wî şêwaz û teknîkên nû jî ceribandine û ji bo şêwazeke resen bibîne li ser wêneyê hûr bûye. Ew ji xeynî wêne, di heman demê de bi fotograf û karên vîdeo re jî mijûl dibe û di vî warî de jî berhemên wî hene. Luciano Cian sala 2008’an platformeke bi navê “Collective Fuso” (Cian + Kjâ) ava dike. Ev platform li ser zimanên hunerî disekine û li têkiliyên di navbera wan de dikole. Berhemên Luciano Cian heya niha li gelek welatan (Emerîka, Elmanya, Fransa, Hong Kong, Çîn û Swîsre) di pêşangehan de hatine nîşandan û koleksiyoner ji karên wî gelekî hez dikin.  

Xeletî jî parçeyekî serketinan e

Luciano Cian bi xêzên xwe yên mînîmal ên geometrîk bi awayekî dijîtal dixebite û wek çapên “giclee” yên huner derdixe. Ji bo vî karî hibrê bi kar tîne û zêdetir jî hibra reş, şîn û sor. Luciano li gel xebatên xwe yên dijîtal bi boyaxa akrîlik jî dixebite û kolajan jî çêdike. Lê ew bêhtir bi tabloyên xwe ango portreyên xwe yên geometrîk tê naskirin û ev stîla wî nasnameyeke resen çêkiriye ji bo hunerê wî.

Luciano Cian dibêje, “Ez di heman demê de hem li tekûzbûnê hem jî li qisûrê digerim” û wiha pê de diçe, “Xeletî jî perçeyekî serketinan e, her wiha serketin jî dewama xeletiyan in. Ev ji bo min tiştekî bingehîn e û ez wiha li meseleyê dinihêrim. Ez ji her tiştî îlhamê digirim, lê bêhtir mijara min mirov in. Bawerî, reng, qewm û civakên etnîk û rehên wan bala min dikişînin. Ez ji mirovên tevlîhev bêhtir hez dikim. Ji bo di hêla dîtbariyê de tiştekî nû biqefêlim di nav rengan de li sînoran digerim. Ez hemûyan bi şiklên geometrîk û mîmariyê tînim gel hev, ez vê dikim îfadeya lêgerîna rêbazeke li pey tiştên cuda.” 

Sivikbûn û bextewariyê çêdike

Luciano Cian dibêje, tişta herî girîng ya di tabloyên wî de sadebûn û xêzên wî yên bi reng in. Ew dixwaze bi van tabloyên xwe yên sade û bi reng peyameke wekhevî û bextewariyê jî bide. Luciano Cian dibêje, “Ez dixwazim bi tabloyên xwe bedewiyê nîşan bidim. Divê mirov baş têbigihîjin ku yên li hemberî wan jî insan in û di nav cihêrengiyê de zanibin ku her kes wekhev e. Ev tişt pêk were, ez ê bi vê yekê gelek kêfxweş bibim. Ez bi van tabloyan jî dixwazim sivikbûn û bextewariyê çêkim.”

Luciano Cian derbarê portreyên xwe yên jinan de jî dibêje, wênegirê navdar Sebastiao Salgado bandor lê kiriye. Luciano Cian dibêje, “Ez ji wênegirtinê nexasim jî ji portreyên mirovan gelekî hez dikim. Her tim min ji wêneyên Sebastiao Salgado îlhamê girt. Portreyên wî yên derbarê jinan de balkêş in. Ez jî bêhtir derbarê jinan û hêza wan de xêz dikim. Jin bêhtir bi reng in, aksesuarên bikartînin û şêwaza birrîna porên wan bala min dikêşe. Elbet ez dikarim mêran jî xêz bikim lê bi vê helwesta xwe ez jî dixwazim balê bikêşim ser nirxên jinê û alîkariyê bidim têkoşîna wan.”

Rêzik û qeydeyan serobino bikin

Luciano Cian derbarê pandemiyê û bandora wê ya li ser hunerê jî dibêje, “Bi pandemiyê re mirov hinek heps bûn lê ev yek jî kir ku hinek nirx bidin derûdora xwe. Bi vî awayî bêhtir berê xwe dan hunerê, ji lewre huner her tim mirov aram û rehet dike. Ez ji bo xwe bibêjim, pandemiyê kir ku ez li ser karê xwe bêhtir hûr bibim û biafirînim. Ji hêla pandemî û nexweşiyê ve ez li welatê herî xerab dijîm, lê dîsa jî di nav tarîtiyê de ez li ronahiyê dihizirim û dixwazim ronahiyê zeft bikim. Li Brezîlyayê rewş pirr xerab e û serokekî me yê bêdeng heye. Ez jî bi rengan û xêzan kêfxweş dibim û bi vî awayî ji nav aloziyê derdikevim.”

Luciano Cian herî dawî ji bo hunermendên ciwan vê şîretê dike: “Bêhtir biafirînin. Her tim rêzik û qaydeyan serûbinî hev bikin û bi karê xwe tiliya xwe di çavên hinan re rakin. Ji bo bipêşketinê divê em xwe li sînoran biqelibînin.”

Mirov dikare li ser malpera wî www.lucianocian.com li berhemên wî binihêre.

RIO DE JANEIRO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.