Li Swîsreyê 5 hezar û 890 name

În 28 Hezîran 2024 - 01:45

Çalakiyên li Swîsreyê ya ji bo kampanyaya şandina nameyan a ji CPT'ê re ya ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ve ji bo bidawîkirina pergala tecrîdê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, li Bernê bi dawî bû. Di çarçoveya kampanyayê de bi giştî 5 hezar û 890 name hatin şandin.

Endamên Meclîsa Jinê ya Şehîd Berjîn Zenda ku li pêşiya postaxaneya navendî ya Bernê li hev civiyan, bi sedan name ji CPT’yê re şandin. Jinan gotin:“Heta ku pergala êşkenceyê ya li dijî Rêber Apo bi dawî bibe, çi ji destê me were em ê bikin.”

Li Swîsreyê kampanyaya şandina nameyan a ji CPT’yê re bi dawî bû, jinên Kurd ên li Îngilîstanê wê sibê kampanyayê bidomînin.

ANF/BERN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.