Li Swîsre dagirkerî hat teşhîrkirin

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 29 Mijdar 2022 - 01:53

Li bajarên Swîsreyê Solothurn û Luzernê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûr û rojavayê Kurdistanê hatin rûreşkirin. Li bajarê başûrê Fransayê Cannesê jî dagirkeriya dewleta Tirk hat şermezarkirin. 

Li bajarê Solothurnê, Komîetaya Piştgiriya Rojava li ber Katedrala St Ursenê xwepêşandan kir û bi pankartên xwe pirsa, “Swîsre beramberî bikaranîna sîlehên kîmyewî çima bêdeng e?” kirin. wan her wiha bi pankart û sloganên xwe got, “Em li dijî terora bi sîlehên kîmyewî ya dewleta Tirk Kurdistanê biparêzin!”  

Li bajarê Luzernê jî hevdîtin li bi Serokê Kantonê, partiyên siyasî û parlamenteran re li Parlamena Kantonê hatin kirin. Heyeta ji nûnerên Komîteya Piştgiriya Rojava, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, PYD û Partiya Sosyalîst, dosyaya lêi ser êrişên li dijî Rojava da Serokê Kantonê Guido Graf.

Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li bajarê Fransayê Cannesê jî hatin protestokirin. 

Kurd û dostên wan li ber gara trenan a Cannesê hatin ba hev û ji wir meşiyan.

Dirûşmên “Bijî YPG“ û “Bijî YPJ“ hatin berzkirin û li ber avahiya Mihrîcana Filman a Cannesê mîtîng li dar xistin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.