- Şer li çiyayên Hîmalaya ya di navbera Çîn û Hindistanê de qewimiye.
Li herêma sînor a li çiyayên Hîmalaya ya di navbera Çîn û Hindistanê de şer qewimî.
Wezîrê Parastinê yê Hindistanê Rajnath Singh ragihand ku leşkerên Çînê xwestine statûkoya herêmê bi yek alî biguherin û li nêzî çemê Yangtze ketine nava axa Hindistanê. Hêzên Hindistanê jî dest li rewşê werdane.
Singh ragihand ku hin leşkerên Hindistanê bi sivikî birîndar bûne, herdu alî jî piştî demeke kurt paş ve kişiyane.
Ji destpêka diyarkirina sînorê herdu welatan de, ev îxtîlafa sînor dewam dike.
NAVENDA NÛÇEYAN