Li Silêmanî pêşangeha şoreşa jinê

Nûçeyên Jin

Sêşem 22 Mijdar 2022 - 05:41

Li Hola Emneseroke ya li Silêmaniyê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şideta beramberî Jinê, KJAR’ê bi hevkariya RJAK’ê ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê pêşangeheke wêneyan vekir. Pêşangeha bi dirûşma “Dema Parastina Şoreşa Jinê ye” hat vekirin. Tê de 40 tablo û wêneyên Jîna Amînî û gelek jinên din ên ji aliyê rejîma Îranê ve hatine qetilkirin, hatin nîşandan.

 

Ji bo piştgiriya Şoreşa Rojhilat

Berpirsa dîplomasiya KJAR’ê Rozerîn Kamanger da zanîn ku ji ber taybet roja jinan e, ew ji bo pêşangehê 20’ê Mijdarê hilbijartine û got; “Çend komên wênegiriyê yên navxweyî ji Rojhilatê Kurdistanê hatine, weke ‘Koma Wênegir a jinên Îranê, wênegirên jinên azadîxwaz ên Rojhilatê Kurdistanê’. Di wan wêneyan de yên ku wan girtine, behsa êşên jinan dikin, armanca me ya vekirina vê pêşangeha bi vî awayî bilindkirina dengê li Başûr û piştgiriya şoreşa Rojhilatê Kurdistanê ye.”

 

Sedema şidetê hişmendiya baviksalarî ye

Endama RJAK´ê, Banû Helebceyî ya ku pêşangeh birêxistin kir jî got; “Her çiqas bikin ku jin bifetise û ji bo jiyanê warek jê re nemîne jî em ê ji xwe re quncikekê bibînin û dengê xwe li wir bilind bikin. Hişmendiya baviksalar dibe sedema şidetê û jin ji ber vê hişmendiyê ne rehet in. Şoreşa li Rojhilat jî li hemberî vê hişmendiyê ye û divê her kes piştgiriyê bide vê şoreşê.”

JÎNHA/SILÊMANΠ

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.