Li ser şopa Zerdeşt avakirina xweseriyê

În 14 Çile 2022 - 23:21

KCÊ-E'yê Fermandar Zekî Şengalî, Pîr Hemîd, Êzdîn Şengalî û Cîlo Şengali yên ku di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de 15'ê Çileyê 2020'an şehîd bûbûn, bi bîr anîn û banga xwedîderketina li şehîdan li civaka Êzîdî kir.
Di daxuyaniya  Koordînasyona Civaka Êzdî a Ewrûpayê (KCÊ-E) de êrişa qirker a DAIŞ'ê ya 3'yê Tebaxa 2014'an hate bibîrxistin û hate gotin, ''Ji bo pêşî li qirkirin û Fermanê were girtin û di oxira civaka Êzîdî û Şengalê bi sedan lêheng berê xwe dan Çiyayê Şingale, yek ji wan fedaîyan jî, zarokê Şengalê Fermandar Zerdeşt bû.''
Di daxuyaniyê de êrişên bi pêşengiya dewleta Tirk ên li dijî Şengalê hatin bibîrxistin û hate gotin, ''Yek ji armancên hêzên qirker û dagirker ew e ku, Êzdiyan û Êzîdxanê bê statû û îrade bihêlin, bi kuştina kesayetên mîna Fermandar Zerdeşt, dixwazin, armanca azadî û siberojê ji holê rakin û vê civakê ji bo siberojê bê hêvî bihêlin. Herî dawî hewldana astengkirina pêykerê Fermandar Zerdeşt ji aliyê hêzên Iraqê ve, careke din ev rastî derxist meydanê.”

Azadî bi xurtkirina YBŞ/YJŞ´ê dibe

Koordînasyona KCÊ-E'yê got, “Em bang li civaka Êzdî û ciwanên Êzdî dikin da ku li hêza ku Fermandar Zerdeştan, Mam Zekiyan, Seîd Hesenan, Merwanan, Egîdan, Berxwedanan, Şêx Xeyriyan û bi sedan cangoriyên Êzîdxanê bi xwîna xwe ava kirine, xwedî derkevin, xûrt û mezin bikin. Ruhê azadiyê yê wan pekrawanan av bidin, vî tovî li herderê şîn û zindî bikin. Tekane rêya azadî û siberojê, xûrtkirin û mezinkirina YBŞ/YJŞ û Asayişa Êzîdxanê ye. Ev hêzên parastina Êzîdxanê, hêza kombûyî ya Êzdayetiya azad e.”

KCÊ-E´yê herî dawî jî got, “Bi rasthatina salvegera cangorîbûna Fermandar Zerdeşt, em dubare bang li tevahiya civaka xwe dikin, hêza ku Fermandar Zerdeşt û cangoriyên Êzîdxanê ava kirine, mezin bikin."

Em careke din dibêjin, em ê şopdarê armancên şehîdan bin, Êzîdxanek azad, demokratîk û xweser ava bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.