Li ser Kenê Miriyan û Gunehê Guran

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 7 Mijdar 2022 - 01:44

Min bi derengî kitêba çîrokan a Mem Med a sala 2019‘an ji Nûbiharê derçûye, xwend: Kenê Miriyan Gunehê Guran. Di rûpelê 11‘an de mesele bi "Ez nivîskar im" dest pê dikin û di rûpelê 86‘an de bi "Hêvî"yê bi dawî dibin. Zimanekî ne çêkirî xwendinê rehet dike. Carinan gotin û hevokên heta tu bibêjî bes banal jî, weke ku yên xelkê nava malê bin, nêzîkî me ne. Banalbûna ziman li derdora me ye, û zimanê Mem Med jî dibêje, çima ne di nava zimanê çîrokê de be. Carinan ji banalbûnê û wê de em çend dijûnan jî dixwînin.

Axir hîkayetên wî hemû jî bêjerê wan "ez"ekî ne xuya ye. Lê carinan mirov tê derdixe, ew ez Mem Med bi xwe ye; "Rêwîtiya pêşbirkê" esas pirr kifş dike ku "ez"ê çîrokbêj nivîskar bi xwe ye. Her du jî parêzer in û her du jî ji Bazîdê ne. Û her du jî niha li Stenbolê ne. 

Çîrokên Mem Med li sê beşan hatine dabeşkirin. Beşê yekê Kenê Miriyan e, beşê diduyê Gunehê Guran e. Beşê sisiyan ji bo "Çîrokên cuda" ye. Hîkayetên Kenê Miriyan, dişibin hîkayetên li derdora me tên gotin, û ew ji nû ve hatine hûnandin. Hin jê jî dibe ku hatibin serê gelekan ji me. Belkî çîroka "Ez nivîskar im" bêhtir aliyên otobiyografîk be, lê "Vir Delal",  "Cengoyê Cambaz" dişibin portreyên xelkê ku li gund û navçeyan behsa wan tê kirin. Herçî "Ezraîl" e jixwe nivîskar têbînî nivîsandiye: Min ev mesele wek kurteçîrokeke komîk ji devê xelkê bihîstibû, min bi lêzêdekirinê kire çîrokeke trajîkomîk.

Di beşê Gunehê Guran de em çîrokên sêwirandî ên welê dixwînin ku wê hestê bi mirov re çêdikin, li hin deveran nivîskarî ew çîrok bihîstine. Di "Sewaba misilmanbûna Karabêt“ de û di "Ezo" de em vê bi eşkereyî dibînin. 

 "Çîrokên cuda" jî di nava vegotineke otobiyografîk û şahidiyê de diçin û tên, lê axir carinan mirov çavê xwe li sererastkirineke tekûztir bigerîne jî, xwendina van çîrokan rehet û xweş e. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.