Li ser hunerê Silêmaniyê 

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 17 Kanûn 2022 - 01:58

Sîma Salih bi rêya pirtûkekê, dîroka hunerê Kurdî zindî kir û xwest xelk bêhtir girîngiyê bi vê mijarê bide. 

Roja 14’ê Kanûnê li hola Xak a bajarê Silêmaniyê, pirtûka bi navê “Dîroka Hunerê Muzîkî û Şanoyê li Silamaniyê ji 1950'î ta 1991'ê” li bajarê Silêmaniyê hat nasandin. Nivîsakara kitêbê, Sîma Salih kitêba xwe da nasîn. Çalakiya nasandina pirtûkê bi beşdarbûna wêjevan û şarezayên dîrok û hunerê Kurdî pêk hat.

Sîma Salih behsa pirtûka xwe kir û got: “Ev qederê salekê ye ku ez bi nivîsandina vê pirtûkê re mijûl bûm, ji ber wê min gelek lêkolîn kir û her wiha min bi gelek hunermendan re hevdîtin kir ji bo agahiyên rast.”

Pirtûka ji du beşan pêk tê behsa salên 1959-1991’ê dike

Destpêka kitêbê behsa dîroka bajarê Silêmaniyê dike û her yek ji du beşan behsa serhildana şano û muzîkê dike. Sîma Salih got: “Ji ber ku di civaka Kurd de kêm bi qedrê huner û muzîkê tê zanîn, min girîngê pê daye. Li gorî min huner şoreş û peyama gihandina civakê ye. Pirtûka min lêkolînek zanistî ye, behsa salên 1959 heta 1991’ê dike. Destpêka pirtûka min lêkolîna zanîngehê bû, li gel mamosteyên xwe min biryar da vê lêkolînê bikim pirtûk.”

JÎNHA/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.