Li ser çand û huner sohbetek

Nûçeyên Çand/Huner

În 28 Çile 2022 - 22:00

  • ‘’Dixwazin her kes tek tîp be. A rast ku mirov hinekî bifikire ev mirin bi xwe ye. Lewra tu tune yî, tu yekî din î. Wê çaxê ji bo hebûna xwe ya takekesî jî be, divê em çand û zimanê xwe bijîn û biparêzin. Nexwe dê tu wate, ciherengî û xweşikbûna hebûna me namîne.’’

ZERYA DELÎL

Zindan ji bo gelên bindest mîna akademiyan e. Di têkoşîna azadiya gelê Kurd de jî li gel tekoşerî û berxwedêriya aktîf xwedî fonksiyon û mîsyoneke bi vî rengî ye û li vê akademiyê bi tenê ne karê wêje û huner, xebatên teorîk û felsefî jî têne kirin. Di her beşên zanyariyê de -bi taybetî sosyolojî- xebatên giştî û kesayetî didomin. Mehmet Umit û Ugur Ataman jî du heval in ku di nava kar û hewldanên bi vî rengî de ne. Di zindanê de li ser çand, dîrok, ziman û hwd. xebatên wan çêbûne û van demê dawî jî bi hev re karekî bi mijara çandê ve girêdayî dimeşînin. Me jî li ser xebata wan ya dawî li gel wan sohbetek kir.  

Hema em ji têgeha çandê dest pê bikin. Di sala 1952'an de antropologên Emerîkî (Alfred Kroeber û Clyde Kluckhohn) di lêkolîna xwe de rastî 164 pênaseyên çandê hatine. Ji wê çaxê ve çend pênase li ser zêde bûne em nizanin. Lê Rêber Abdullah Ocalan çandê weke tevahiya watedarî û avaniyan binav dike. Li gora vê em ji têgeha çandê çi fêm bikin?

Mehmet Umit: Bêguman heta niha derbarê têgeha çandê de gelek pênaseyên cuda hatine kirin, ku bi hejmara xwe gelekî zêde ne.

Lê heke mirov îro rabe hin pirtûkên din jî serûbinê hev bike, mirovê bi hêsanî rastî gelek pênaseyên din jî were. Mirov dibêje qey her kesî li gorî bîr û boçûna xwe wateyek li têgeha çandê bar kiriye. Lê ya balkêş ew e ku heta demekê bi awayekî şaş, çand û şaristanî wekî du têgehên hemwate bi hev re, li şûna hev hatine bikaranîn. Halbukî di navbera her du têgehan de hem ji aliyê watedarî û hem jî ji aliyê avahiyê ve bi qasî çiyayekî cudatî heye û bi dîroka xwe jî bi awayekî domdar li ber hev rabûne. Loma jî bikaranîneke bi vî rengî berî her tiştî li derî rastiya çandê ye. Bi taybetî ji ber zêdehiya pênaseyan heta asteke bilind têgeha çandê bi form û naveroka xwe tam nehatiye zelalkirin. Her çiqasî vê yekê bi demê re rê li ber tevlîheviyeke têgehî vekiribe jî, bi ya me mirov dikare bi pênaseyeke rast, tam û têrker a têgehî xwe ji vê aloziyê xelas bike. 

Çand yek ji wan têgehan e ku wateya wê gelekî kûr û bi qasî wê jî berfireh e. Nemaze jî koka têgeha çandê bi wate û girîngiya xwe ya civakî gelekî balkêş û hêjahî qalkirinê ye. Ji ber vê jî dixwazim bi kurtasî li ser binyada têgeha çandê bisekinim. Her wekî tê zanîn ji zimanên Hînd-Ewropî Fransî têgeha "culture", Almanî têgeha "kultur", Îtalî têgeha "cultura" û Îngilîzî jî têgeha "culture" li beramberî têgeha 'çand'ê bi kar tînin. Ev tev jî ji koka bêjeya "cultura" ya ku wateya 'çandinî'yê hatine daraştin. Em dikarin bibêjin ku heman rewş belkî hîn bêhtir ji bo zimanê Kurdî yê ku em wekî zimanê şoreşa gund, çandinî û sêwalkariyê dipejirînin derbasdar e. Bi gotineke hêj zelaltir di zimanê Kurdî de jî têgeha çandê bi heman awayî ji peyva 'çandinî'yê hatiye daraştin. Ev rastî bi tena serê xwe jî me gelekî nêzî pênaseya rast a têgeha çandê dike. Ji bo ku têgeha çandê rasterê bi peyva 'çandinî'yê ve girêdayî ye, mirov bi hêsanî dikare bingeha wê ya dîrokî jî wekî serdema neolîtîkê diyar bike, ji ber ku çandinî cara pêşîn di serdema neolîtîkê de hatiye kirin. Bi kurtasî heke mirov bi nêrîneke dîrokî li têgeha çandê binêre, mirovê bibîne ku bingeha xwe ji serdema neolîtîkê digire. Bi ya me eşehiya meseleyê kêm zêde bi vî rengî ye. 

Uğur Ataman: Hevalê Mehmet bal kişand ser wate dîrok û pênaseyên çandê, ez jî tevlî dibim. Ji bo pênaseya têgeha çandê ez jî bi kurtahî vê bibêjim; çand awayê jiyana civakê ye û bêyî civakê mirov nikare pênase bike. Tê zanîn bergeh û sînorên awayê civakê pir berfireh in. Di vê bergehê de ligel felsefe, zanist û hunerê ziman, bawerî, têkiliyên civakî, her cure reftar, kesayet, aborî û hwd. tevahî ji xwe re cih dibînin û tev di bin sîwana çandê de hebûna xwe pêk tînin û didomînin. Çawanî û çimayî van bergehan çanda mirov û civakan dide der. Bi gotineke din meriv ji bo pênaseya têgeha çandê dikare bibêje ku nêrîn û sekna meriv a jiyanê ye. Ev rastî hîn di destpêka jiyana merivan de xwe ava dike. Meriv dikare bibêje ku dema pitikek ji dayika xwe diwelide, a ku wî/wê pêşwazî û hembêz dike beriya dayika wî/wê çand e. Bi rastî jî ev wisa ye û ev rastî ji destpêkê heya dawiya emrê meriv çi bi xurtî çi bi lewazî her tiştê meriv diyar dike û bandora xwe li ser dike. Lewra çand hişmendî; diyardeya laş û giyana meriv e. 

Dema têgeha çandê bi çandiniyê re têkildar tê pênasekirin, li gorî me tişta ku destpêkê bala me bikşîne ew e ku, bi serdema çandiniyê re di rêwîtiya mirovahiyê de guhertinên çawa pêk anîne! Ku mirov bi hurgulî li ser peyvên afirandin, hilberîn, nîştecihbûn, kedîkirina sewal û lebatan, zêdekirina hin tiştan a li xwezayê, çêkirina amûrên pêşketî û hwd. raweste, têkiliyên van tiştan ên bi mirov û jiyanê re bibîne, wê demê hem pênaseya çandê hem jî wate û girîngiya wê dê derkeve holê. 

Herî dawiyê dixwazim bal bikşînim ser xalekê. Tê zanîn pergala şaristaniyê dîrokê bi Sumeran dide dest pê kirin û serdema beriya Sumeran jî wekî serdemek "hov", "bênirx" û "paşverû" nîşan dide. Bêguman sedemên vê berûvajîkirina rastiyê pir in lê ev yek a niha ne mijara vê sohbetê ye. Tişta ku ez dixwazim bal bikşînim ser ew e ku, wekî ku hevalê Mehmet jî behs kir, di pênasekirina şaristanî û çandê de bi awayekî "şaş" hemwatebûnek derxistine holê. Lê ev şaşîtî bi zanebûn hatiye kirin. Çima? Lewra çand ji bo mirov û civakan tişteke herî girîng, bingehîn û jiyanî ye. Ji ber vê girîngiyêye ku şaristaniya navendî (rêxistinbûyîna dizî û xapandinê) dest avêtiye vê gencîneya civakên neolîtik û xwestiye wan behremendiyên jiyanî -ên ku bi hezaran salan berî şaristaniyê hatine afirandin û pergalkirin- bixin malê xwe û li ser vê gencîneya hevpar a civakî, desthilatdarî û mêtinkariya xwe saz bikin. Lê hem daneyên ku bi ronahiya rasteqînê derdikevin holê, hem lêkolînên dawî û hem jî nêrîna derveyî pergalê -ku ev jî taybetmendiyeke çandê ye- dihêle ku mirov ji vê xapandinê xwe rizgar bike û rastiya çandê fêm bike. Îro em baş dizanin ku ne dîrok bi nivîsê dest pê dike û ne jî çand bi şaristaniya navendî ve. Dîroka çandê-çandiniyê bi civakbûnê dest pê dike û hem ji aliyê dem ve (herî kêm 12 hezar sal) û hem ji aliyê cih ve (Mezopotamya Jorîn-Kurdistan) ji şaristaniya navendî (Sumer) pir cuda ye. Me got çand gencîneyeke bêhempa ye û di jiyana civakan a madî û manewî de diyardeya bingehîn e. Kî/ê vê gencîneyê biafirîne, pêşbixe û biparêze ew kes ji hêla madî ve xurt û bihêz dibe; xwedî rêbaz, amûr û nêrîn dibe û ji hêla manewî jî pîroz tê dîtin û wekî pêşeng tê qebûlkirin û xwestin. Ji ber vê rastiyê ye ku di pênasekirina çand û şaristaniyê de pir bi zanebûn "şaşîtiyek" hatiye kirin û ev her tim hatiye domandin. Lewra şaristaniya navendî jî bi qasî civakê girîngiya çandê dizane û vê ji bo berjewendiyên xwe bikartîne. 

Xuyaye ku we tûrikê xwe pir tijî kiriye û gotinên ku hûn bikin pirr in. We ez li pirsa kirî poşman kirim. Ez niha dudil bûm ku ez pirsa din bikim an na? Neyse ez dîsa jî pirsên xwe bikim. Lê ji kerema xwe re kin bersiv bidin. Piştre li dû me dibêjin "Apocî dirêj diaxivin."

Di avabûn, jiyan û xwebûna civakê de, bi gotineke din nasnameya civakê de çand çima ewqas girîng e?

M.U: (Dikene) Her ji ber çi be, em Kurd zehf zêde nikarin bi bêjeyên kêm gelek tiştan bînin ziman. Loma jî em timî pêwistî bi vegotinên dirêj dibînin. Mirov dikare vê jî wekî encama bandorên mêtînkariyê bibîne. 

Bi rastî jî di avabûn, jiyan û xwebûna civakekê de çand beriya hemû diyardeyan xwedî risteke sereke ye. Bi gotineke din çand bi her du bîwarên xwe di avabûna civakê de bi roleke diyarker radibe. Heke civakekê hemû wesfên xwe yên çandî winda kiribe, mirov nikare zêde behsa avahiyeke civakî jî bike. Her çi qasî çand berhemeke bêhempa ya civaka mirov be jî, mirov ji aliyekî ve dikare bibêje ku civak bi xwe jî afirîneke çandî ye. Mirov nikare çandê tenê wekî diyardeyeke civakî ya girîng û bikêr binirxîne; lewra hemû taybetiyên ku mirov dike mirov rasterê bi çandê ve têkildar e. Nemaze jî mirov nikare têkiliya çandê ya bi nasnameyê re tu carî paşguh bike. Lewra nasname hemû taybetiyên bingehîn ên çandî yên civakekê di nava xwe de dihewîne, yan jî îfadeya wê ya herî şênber e. Bi gotina Rêber Ocalan "civakeke taybet têra xwe gihîştibe asta sazîbûn û watedanê, dikare wekî hebûn bibe xwedî nasname û bê binavkirin." Ev jî dide nîşan ku her civak wekî hebûn bi çandê nasnameya xwe diyar dike. Bi rastî jî heta ku mirov nizanibe ku mirov aîdê kîjan çandê ye, mirovê nikare nasnameya xwe jî aşkera bike. Bi kurtasî mirov dikare hemû taybetiyên çandî yên ku civakek pê tê nasandin wekî nasname jî binirxîne. Bêguman tu civak jî bêyî nasnameya çandî ne dikare azad bijî, ne dikare hebûna xwe bidomîne û ne jî dikare asta civakekê sincî û polîtîk bi dest bixe. Ji ber ku çand ji destpêkê ve stargeha herî biewle ya nasnameyê ye. Bi gotina kurt, divê ku tu carî parastina nasnameyê wekî tiştekî ji rêzê neyê dîtin. 

U.A: Tu qet xeman nexwe û dudil nebe, lewre hevalê Mehmet dê êdî baldar be. (Dikene.) Ka em werin ser bersivê; Jixwe tişta ku ji dîrokê heya roja îro nasnameya kes, gel û civakan diyar dike çand bixwe ye. Mirov çandê diafirînin, çand jî mirovan diafirîne. Piştî ku civak çandê diafirînin û li dora hemû nirxên çandê kom dibin û jiyana xwe saz dikin, êdî ew awayê jiyanê dibe nasnameya me. Ji ber vê jî li ser rûyê cîhanê gelek nasname hene. Em dibêjin ziman bîwarekî çandê ye, lê her wiha diyardeya nasnamê ya herî xurt e jî. Ku em Kurdî, Ingilîzî, Îbranîkî biaxivin dê her kes ji zimanê me nasnameya me jî hîn bibibe. Jixwe dema yek pirsa "Tu kî/ê yî?" ji me dike, em ji bo nasandina xwe nirxên xwe yên çandî rêz dikin û wekî bersiv pêşkêş dikin. Hebûn û nasnameya me bi çandê gengaz dibe.

Heta meriv qet neaxive jî, yek li şekl û şemala me, kirinên me binêre, dikare nasnameya me derxîne. Mînak ku hinek bi cil û bergên xwe yên heremî govend bigerînin em ê bizanibin Kurdên herêma Botanê ne; ku govend Şêxanî be em ê bizanibin ji bajarê Şirnex an jî Colemêrgê ne. Lê ku meriv Kurd be û Çiftetelli an jî Zeybek bilîze her kes dê me wekî Tirkekê bihesibîne. Ev ji bo her nasname û çandê derbasdar e. 

Di parastin, pêşvebirin û hînbûna çandê de huner xwedî rolek çawa ye?

M.U: Bêguman, çawa ku mirov nikare bêyî civakê li peydabûna çandê bifikire, mirov bi heman awayî bêyî civakê wekî zanebûneke civakî nikare li pêşketina hunerê jî bihizire. Bi gotineke din çavkaniya bingehîn a hunerê civak e. Her berhema hunerî jî bi civakîbûnê hatiye afirandin. Bi gotina Rêbertî "huner çalakiya afirandina mirov e." Ev jî tê wê wateyê ku mirov bi hunerê hem xwe diafirîne û hem jî jiyana civakî diafirîne; her tim bandoreke mayînde li jiyana civakî kiriye. Lewra huner hest û ramanên têrwate li mirov peyda dike.

Civakê jî ji ber vê yekê ji destpêkê ve huner wekî pêwistiyeke civakî ya jênager pejirandiye. Lê erka hunerê tenê bi vê ve ne sînordar e. Huner bi taybetî di guherînên binyadî yên civakî de jî bi risteke diyarker radibe. Anku huner bi awayekî bihêz zemîna pêşketinên civakî, yan jî şoreşên civakî amade dike. Ji aliyê din ve huner bi erka parastina çandê jî radibe. Bi taybetî îro Modernîteya Kapîtalîst wekî cinawirekî kom û cudahiyên çandî yek bi yek dadiqurtîne. Li hemberî vê gelek gel hewl didin ku bi hunerê yan jî bi hemû baskên hunerê -muzîk, wêne, sînema, hunerên şanoyî û hwd.- çanda xwe biparêzin, hîn bêhtir pêş de bibin û derbasî nifşên nû bikin. Lewra huner ji bo nasnameya çandî hêmaneke bingehîn e. Bi gotineke din gelên bindest ligel hêmanên din bi hunerê bîrewerî hebûna xwe ya çandî dibin. A rast ew e ku huner wekî hêman û parçeyeke sereke ya çandê bê dîtin. Bi kurtasî divê ku berhemên hunerî yên civakekê hemû rengên çanda xwe bi zelalî binimîne. Em lê binêrin Kurdan çanda xwe hîn bêhtir bi muzîkê parastine. Bi taybetî jî dengbêjî xwedî risteke gelekî girîng e. Em ji kilamekî gelek tiştên bi çand û dîroka Kurdan ve têkildar e hîn dibin. 

U.A: Çawa ku huner di hundirê xwe de hişmendiya civakekê dihewîne, her wiha wê hişmendiya civakî bi awayekî herî xweşik dîsa li civakê vedigerîne û bi rêya hest û ramanên herî bedew dixe malê dîrokê. Huner bi hêza xwe rastiyê tîne ziman û ji bo civakê nirxên pîroz kîjan in nîşan dide. Wan her tim di bîra me de dihêle û bal dikişîne ser bingeh û serpêhatiyên civakê. Gelo hunera me dê her tiştê çand û civaka me biparêze? Bêguman na. Lewra çanda me bi sedan sal e di bin pişaftin û qirkirinekê de ye û gelek tiştên ku ne aîdê civak û çanda me em wekî çanda xwe bi awayekî bêhay dijîn. Rêbertî dibêje "huner nasname ye." Wê çaxê divê ev nasname nasnameya çanda me bi xwe be, ne ku nasnameya çandên biyanî tîkel û gerdûnîbûnê. Di vir de pîvana hunera me zelal e; divê hunera me rastiya çand û civaka azad û wekhev esas bigre. Li gorî vê jî divê di nava cewher-teşe û karîgeriyê de hevgirtin û xweşikbûnek hebe. Divê rast û bedew be. Hunera me nabe ku çandeke ku civakê paş dixîne erênî nîşan bide. Bi rêya hunerê parastin û pêşxistina çanda civakê dê li gorî civak û jiyana azad be. Lewra Rêbertî dibêje "Karê hunerê afirandina mirov e." Bêguman ev mirov dê mirovekî azad; xwedî etîk û estetîk be. 

Ziman weke pênaseya teng a çandê ye. Di belavbûn û gera wateyên hevpar de xwedî cihekî girîng e. Ev rê li ber hestên hevpar jî vedike. Lê çand û zimanê me di bin bombardimana çanda popûler de ye. Di hêla çandê de berxwedanek çawa divê? Hûn di vî warî de çawa difikirin?

M.U: Me beriya niha jî amaje bi girîngiya jiyanî ya çandê kiribû. Bi rastî jî neteweya Kurd xwedî çand û zimanekî gelekî kevnare ye. Lê bi taybetî ev sed sal e çand û zimanê Kurdî dûçarî gelek karesatên mezin bûye. Her çi qasî bi geşbûna têkoşîna hemdem re pêşî li ber tunebûna çand û zimanê Kurdî hatibe birîn jî, lê dîsa jî hîna xetereya mezin bi temamî nehatiye beralîkirin. Anku metirsiya li ser çand û zimanê Kurdî kêm nebûye. Lê ez dikarim bibêjim ku Kurdan ji duh heta îro hebûna xwe bi karakterê xwe yê çandî parastiye.

Ev rastî belkî ji her demê zêdetir ji bo roja me derbasdar e. Lewra çanda popûler bi riya amûrên ragihandinê wate û naveroka hemû nirxên civakî, stran, cil û berg, dab û nêrîtên civakî, muzîka gelerî, berhemên hunerî yên din û hwd. pûç û vala dike, wekî metayekê li bazaran difiroşe û bi vî awayî jî karakterê civaka çandî tê guherandin. Ji bo vê jî, divê ku di serî de ziman hemû berên çanda Kurdî li hemberî çanda popûler bên parastin. Lewra çanda popûler hêmanên çanda Kurd wekî modeya xam bikartîne. Li gorî mercên tê de ji nû ve hildiberîne û li bazarê difiroşe. Ji bo neteweyekî malkambaxiya herî mezin ew e ku çanda wê wekî metayekî li bazaran bê firotin. Divê ku mirov bi zanebûneke civakî li ber vê rabe. Ev jî tenê bi berxwedêriya çandî pêkan e. Bi ya min çareseriya mayînde ev e. 

U.A: Ji bo parastinê divê mirov xwedî zanîn û vîn be. Lê beriya wê, tişta ku mirov diparêze divê pêşiyê wê aîdê xwe bibîne, yan jî parastina wê wekî parastina xwe bibîne. Niha mirovbûn û nasnameya me ji cihêrengiya me tê. Cihêrengiya me jî ji çanda me tê.

Serokatî dibêje "her hebûn dixwaze ji aliyê yê derveyî xwe ve bê dîtin." Ev peyitandineke rast û girîng e. Ku mirov cihêrengî, çand û nasnameya xwe biparêze, wê çaxê dê wekî hebûneke binirx bê dîtin. Lewra armanca çanda popûler ew e ku hemû ciherengiyan ji holê rake û tîp û profîleke yekane derxîne holê. Ji vê mabest jî berjewendî û bazara madî ye. Êdî her kes eynî zimanî diaxive, eynî tiştan diecibîne û eynî tiştan dixwaze. Êdî mirov ji cewher û vîna xwe dûr dikeve û li gorî hin diyardeyên ku ne aîdê wî/ê ne teşe dide jiyana xwe. Halbukî em hemû jî baş dizanin ku ger di baxçeyekî gula de hemû gul sor bin û ji wan tenê yek zer be, wê çaxê bala me hemûyan dê biçe ser wê gula zer. Lewra tenê ew ji rewşa heyî cuda, cihêreng û xwedî nasname ye. Rewşa çand û zimanan jî wisa ye.

Tevahî çandên cîhanê îro di bin bombebarana çanda popûler de ne. Dixwazin her kes tek tîp be. A rast ku mirov hinekî bifikire ev mirin bi xwe ye. Lewra tu tune yî, tu yekî din î. Wê çaxê ji bo hebûna xwe ya takekesî jî be, divê em çand û zimanê xwe bijîn û biparêzin. Nexwe dê tu wate, ciherengî û xweşikbûna hebûna me namîne. Wateya jiyana merivekî nirxên wî ne. Wate jî bi nirxan ve têkildar e. Spînoza dibêje "Ronahî hem hebûna xwe hem jî hebûna tarîtiyê derdixîne holê." Ku em li çanda xwe-ronahiya xwe xwedî debikevin wê demê em ê tarîtî û xapandina çanda popûler jî bibînin. 

Hûn di zindanê de xebat û çalakiyên çand û hunerî dikin. Li ser vê meseleyê hûr dibin û nîqaşan dikin. Derbarê xebata we ya dawî û nîqaşên we de hûn dikarin çi bibêjin? Di nîqaşan de fikrên çawa derketin? Hûn dikarin bi kinahî parve bikin.

M.U: Em bi vê xebatê bi taybetî li ser têgehên çand û hunerê lê hûr bûn. Lê divê em bibêjin ku ev xebat bi beşdariya komeke heval pêk hat. Lewma jî divê ku ev bersivên me yên têkildarî pirsan wekî kolektîf a hemû hevalên beşdar bê dîtin. Me jî bi vê sohbetê hewl da ku fikrên hevpar ên hevalan bi we re parve bikin. Bi rastî jî her du têgeh jî xwedî girîngiyeke mezin bûn. Lewma jî her du têgeh bi hemû hêlên xwe ve -pênase, dîroka wan, têkiliya wan a bi diyardeyên din re, taybetiyên bingehîn ên têgehan- bi dorfirehî hatin nirxandin. Bi kurtasî me hewl da ku agahî û zanebûna xwe ya derbarê têgehan de hîn bêhtir bi pêş bixin; bi vî awayî li rastiya çandî ya Kurd serwext bibin. 

U.A: Em di serdema teknolojiyê de dijîn. Ku meriv bixwaze dikare bi rêya teknolojî û înternetê derheqê çand, huner û dîroka xwe de gelek agahiyan berhev bike. Dibe ku ev wekî bersiva bihurî be, lê di nîqaşên me de li ser vê xalê jî hat rawestandin. Îro hemû gelê me ji derfetên teknolojiyê bi awayekî pir hêsan dikarin sûd werbigrin. Li cem her kesî telefon û kompîturên pêşketî hene. Heta di roja me ya îro de gelek demê merivan bi bikaranîna van amûran ve derbas dibe. Wê çaxê divê mirov vî dem û derfetê baş bikar bîne. Şûna ku em bi saetan li tiştên pûç û kêrnehatî temaşe û guhdar bikin û demê xwe xerç bikin divê em bikaribin û bixwazin li ser çand û hunera xwe jî hinekî lêkolîn bikin. Lewra çand û nasnameya me hêjayî lêkolînkirinê ye. Meriv dikare vê pirsê ji xwe bike; Ez ewqas demê xwe ji tiştên xerîb û biyanî re vediqetînim, gelo ma ez nikarim hinekî rastiya xwe lêkolîn bikim? Gelo ma ji bo vê yekê têra xwe behre, meraq û tehammûla me tune ye?

Di nîqaşan de gelek tiştên komîk jî derketine. A ku bi taybetî di bîra we de maye çi bû?

M.U: Belê, em ji tiştên komîk jî bêpar neman. Em gelekî keniyan. (Dikene.) Lê ezê parvekirina tiştekî komîk ji hevalê Ugur re bihêlim.

Lewra ew di vî warî de hem xwedî behre ye û hem jî têra xwe jêhatî ye. (Dîsa dikene.)

U.A: Ez spas dikim, lê di mijara henekan de hevalê Mehmet sereşivan e û ez jî encax dikarim dûvajo bim. (Dikene) Di rûniştinan de bi giştî beriya ku dawî li nîqaşên xwe bînin, em bi gotina "heke tiştekî kêm mabe yan jî tiştekî ku heval bixwazin bibêjin hebin" dixwazin mijarê dawî bikin. Lê mixabin her carê em ji serî ve dest bi nîqaşa mijarê dikin. Lewra hevalê me yê hêja Bagok destê xwe radike û dibêje "hevalan gelek tişt gotin, lê bi ya min tam nokta atişî nekirin." Em bi vî awayî ji xala destpêkê, ango ji destpêka mirovahiyê, heta hin caran ji teqîna bîg Bangê dest pê dikin û dîsa tên roja me ya îro. Êdî ji atişan tu noqte li holê namînin. (Dikene.)

Tiştekî ku hûn bixwazin bibêjin û me pirs nekiribe hebe hûn dikarin bibêjin. 

M.U: Na, spas dikim.

U.A: Ji hemû hevalan re serkeftin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.