Li Seqiz û Mehabadê şehîd hatin bibîranîn

Şemî 1 Nîsan 2023 - 00:58

Tevî astengiyên hêzên rejîma Îranê bi awayekî girseyî beşdarbûna xelkê, li bajarê Seqiz li ser gora Jîna Amînî şehîdên Serhildana ‘Jin jiyan azadî’ ya Rojhilatê Kurdistanê hatin bibîranîn.

Di dîmenan de diyar dibe ku li bajarê Seqizê hêzên rejîmê çawa bi çekên giran û wesayîtên zirxî derdora gora Jîna Amînî digerin û beşdarvanên merasîmê jî dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ berz dikin.

 

Qazî Mihemed hate bibîranîn

Di Heman demê de li gel salvegera bi darvekirina Qazî Mihemed û hevrêyên wî bi merasîmek girseyî li ser goristana Mehabadê şehîdên meha Axlêve yên vî bajarî hatin bibîranîn.

Li bajarê Mehabadê di xwepêşandanan de heta niha de herî kêm 6 ciwan şehîd bûne.

Hêjayî gotinê ye ku ji ber darvekirina Qazî Mihemed û hevrêyên wê ku di vê dîrokê de li Mehabadê, îro 30’ê Adarê ku bi 10’ê Axlêve yê tê binavkirin, wek roja şehîdên Kurdistanê hatiye nivîsîn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.