Li Şengalê meşa azadiya Ocalan

Şemî 16 Îlon 2023 - 00:30

Bi armanca şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li seranserî cîhanê çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. Bi heman armancê bi pêşengiya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi dirûşmeya ‘Azadiya Rêber Apo, Azadiya Şengalê ye’ wê di 16’yê Îlonê ango îro meşek girseyî tê lidar xistin.

Ji bo beşdariya meşê Hevseroka Meclisa Xwseriya Demokratîk ya Şengalê Cîhan Celo axivî û bang li tevahiya civaka Êzidî, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser ya Şengalê û pêkhateyên Şengalê kir ku tevlî meşê bibin.

Em xwe deyndar dibînin

Cîhan Celo got; “Ev zêdetirî du salane ji bo gelên ku xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo rêkxistin kirine ji Rêbertî dûr bikin, nahêlin hevdîtin pêre çêbibe. Gelên ku azadiya xwe di ramanên Rêbertî de dîtine vê tecrîdê qebûl nakin. Em jî weke civaka Êzidî û xelkê Şengalê azadiya xwe bi azadiya Rêber Apo re dibînin. Ji bo wê jî çi ji destê me were, ji bo azadiya Rêber Ocalan emê bikin. Ji ber ku li beramberî Rêber Apo ji her kesê zêdetir em xwe deyndar dibînîn.

Divê herkes tevlî bibe

Hevseroka Meclisê destnîşan kir ku ew weke civaka Êzidî ku fikir û felsefeya Rêber Apo ji xwe re esas girtiye ji her kesekî zêdetir şer li dijî wan tê kirin û got; “Sedema ku herî zêde êriş li dijî me tên kirin ew e ku hem ji ber ola Êzdayetî û ya din jî ji ber zimanê me ye. Heta ku Rêbertî azad nebe wê civaka me jî azad nebe. Ji ber wê jî bi dirûşmeya ‘Azadiya Serok Apo, Azadiya Şengalê ye’ em ê meşek girsey lidar dixin. Em bang li tevahiya gelê xwe û hemû pêkateyên Şengalê dikin ku tevlî vê meşê bibin, dengê xwe bigihînin her kesê û azadiya Rêber Apo bixwazin. Meş wê di saet 09:00’an de li gundê Barê yê Şengalê bê kirin.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.