Li Şengalê îradeyeke ji pola çêbûye

Duşem 13 Mijdar 2023 - 00:30

Endamê Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Kendal Çiya di derbarê 8.emîn salvegera rizgarkirina navenda bajarê Şengalê ji axivî û qala pêvajoya 13’ê Mijdara 2015’an a rizgarkirina navenda bajarê Şengalê kir û wiha got: “Çawa şervanên Rêber APO Şengal rizgarkir û bi fikir û felsefeya Rêber APO Rêveberiya Xweser a Şengalê hate avakirin, îro ji bo azadiya Rêber Apo pêngaveke dîrokî li tevahî cîhanê hatiye destpêkirin, erkê me ye em jî weke civaka Êzidî ji bo azadiya Rêbertiya xwe seferber bibin.”

Em ê bêhtir rêxistinê xurt bikin

Fermandar Kendal Çiya guhertinên di nav 8 salan de wisa nirxand û got: “Ji rizgarkirina Şengalê û heta niha Iraq di gelek merheleyan re derbas bû. Di van 8 salan de 3 serokkomar û 4 serokwezîr hatin guhertin. Weke wê jî di hemû wezaretan de guhertin hatin kirin. Ji aliyê Îranê ve jî Heşd el Şabî hate avakirin û mudaxeleyî rewşa Iraqê hate kirin. Li herêma Kurdistanê jî qaşo referanduma dewleta serbixwe çêbû, ji nişka ve şeqamek li nav çavê Mesûd Barzanî xistin û ji xew şiyarkirin. Jê re gotin dewletbûna Kurdistanê xeyaleke vala ye, lê emê destûrê nedin ku tu xeyal jî bikî. Bi carekê dema Barzanî çavê xwe vekir dît ku herêma Kurdistanê vegeriya ye rewşa xwe ya salên 1992’an û ji %51 axa başûrê Kurdisatanê ji dest daye.  Hikûmet bi temamî ketiye destê sîxuran û tenê xizmeta MîT- Mossad- Îtlaat ango qatilên Kurdan dike. Ewqasî qedera xwe bi qedera dewleta Tirkiyê û Erdoxan ve girêdaye nikare kêliyekê jî jê qut bibe. Başûr bûye wîlayeteke Tirkiyê û Barzanî jî, walîyê wê ye. Lê gelê başûr li hember vê rastiyê şiyarbûye û divê di têkoşîna xwe de rêyên cuda bikar bîne.”

Lê niha rastiyek heye ku 8 sale dewlet jî di navde tu hêz nikare civaka Êzidî têkbibe. Raste civak ewladên xwe yên herî hêja feda dike, lê hêz û îradeyeke ji pola çêbûye. Hêz û îrade ya rast bi rêxistinê tê bi dest xistin. Rêber Apo bê wate negot; ‘Li Kurdistanê bê rêxistin pelek darê na heje.’ Ango me çi bi dest xistiye, me bi rêxistibuyinê bi dest xist. Emê ji vir û wiha de hê bêtir xwe bi rêxistin bikin û bi xwe mafê xwe bi dest bixin.”

Çanda Rêber APO serketin e

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ bi boneya salvegera 8’emîn a rizgarkirina Şengalê peyama pîrozbahiyê di serî de ji Rêber Abdulah Ocalan re,  ji HPG, YJA STAR, YPG, YPJ, YBŞ Û YJŞ’ê re şand û wiha got:“Li ser bang û şiyariya Rêber Apo, siwariyên azadiyê berê xwe dan Şengalê û Şengal ji tarîtiya DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Spasî ji bo fedaiyên Rêber Apo, gerîlayên  azadiyê HPG û YJA-STAR’ê yên ku bi canê xwe bûn  sîper û em ji qirkirinê xilas kirin.  Ewladên leheng ji welatê rojê Rojava, Şervanên YPG  û YPJ li ser banga Rêber Apo bi hewara Şengalê ve hatin. Mil bi milê gerîlayan, şervanên YPG û YPJ’ê şer kirin û li berxwedan, bûn xwedî roleke dîrokî di rizgarkirina Şengalê de. Çanda Rêber Apo ya ku bi berxwedanê dibe serkeftinê, bû tovek û li ser vê xakê ji nû ve şîn bû. Heya roja îro rêhevalên wan ku li ser vê şopê  dimeşin û vê riyê berdewam dikin, em rizgarkirina Şengalê li wan pîroz dikin.”

ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.