Li Rojhilat û Rojava derfet û astengî

Seevan SAEED nivîsand —

În 9 Kanûn 2022 - 11:44

Dewleta Tirk mezintirîn dijminê gelê Kurd e. Ji bo dewleta Tirk, hebûna Kurd, tinebûna Tirkîtiyê ye. Bê guman, dewleta Îranê jî Dijmnekî mezin e. Îro li Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, xebat û berxwedaneke pirr mezin û dîrokî tê meşandin. Gef û tehdîtên dewleta Tirk ji her roja beriya îro mezintir in, girantir in.  Xebat û berxwedana gel û hêzên demokratîk ên Rojavayê welat jî ji beriya xwe xurttir û mezintir e. Li Rojhilatê welat jî, bi heman rengî, gel bi girseyî rabûye ser piyan. Erş û textê dewleta rejîma heyî ya Îranê, dilerizînin. 

Rexmî şidet û zillma herdu rejîman jî; em dikarin bêjin, gelê Kurdistanê biryar daye ku gaveke tenê jî bi paş ve neçê. Ji ber du sedeman gelê Kurd nikare bi paş ve biçe. A yekê ew e ku heger paşde ji biçê; rewş a gel ji vî halê heyî baştir nabê. Dijmin dev ji zilm û êrişên xwe bernade. Ya diduyê jî ew e ku rêya xebat û berxwedanê li destê nifşekî nû de ye ku felsefeya xebatê baş fêm kirine. Slogana “Jin jiyan azadî” ne tenê sloganeke sade ye; berevajî vê, li pişt vê sloganê felsefeyeke xurt û kûr heye ku dizane ka çawa riya xebat û berxwedanê bimeşîne û geş bike. 

Niha li rojhilat û rojavayê welat jî; du cûre felsefeya xebatê dimeşe. Ya yekemîn ew e ku li benda dujmin û dost jî nîne çawa destekê didin yan jî êriş dikin ser gel û destketên wî; beravajî vê, ji bo xebat û berxwedanê bi xwe bawer e. Bi gelê xwe bawer e. Ew dixwaze li ser piyên xwe bimeşe. 

Aliyê din, felsefeya din yanî felsefeya diduyê jî ew e ku li benda xelk û dewletên dinyayê ye, ka ew dewletên dinyayê wê werin Kurdistanê ji bo wan rizgar bikin. Ji dijmin dixwazin ku digel wan bi rehm be û wana nekuje. Ew yek ti caran nikare, felsefeya berxwedana jiyanê fêm bike.  

Ji bo xweşbextiya gelê Kurdistanê, li Rojhilat û Rojava jî. Êla yekemîn a felsefeya berxwedana jiyanê, niha li qadan çalak e. Pirraniya gelê me bi vê felsefeyê re ye, bûne dilsozê wê. Ji ber vê yeke jî, em dikarin bibêjin, roj bi roj, rexmî zilm û zora dijmin, gelê Kurdistanê nêzîkî azadî û rizgariya xwe nêzik dibe. Belê rast e ku zilm û hovîtiyê ya dewletên Tirk û Îranê pirr zêde ne. Belê, rast e ku alingarî û astengî li pêşiya xebata gelê Kurdistanê pirr in. Lê belê, rexmî wan astengî û alingariyên mezin jî derfet û firsenda azadî, rizgarî û serketinê her diçe mezin dibe û mezintir jî dibe. Bi felsefeya “Jin jiyan azadî”, xebat û berxwedana gelê Kurdistanê vê carê ber bi serketinê ve diçe. Ji ber wê jî, ez dibêjim, silav li afirênerên felsefeya azadî û berxwedanê be.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.