Li Rojhilat şoreş e

Pêncşem 17 Mijdar 2022 - 07:00

  • Li tevahiya Rojhilatê Kurdistanê û pirraniya Îranê ev du meh in tevahiya beşên civakê li ser piyan e û daxwaza guhertina rejîmê û avakirina pergaleke demokratîk dike.

CÎHAN BÎLGÎN / ANHA

Serhildana ku li Îranê bi dirûşma'Jin jiyan azadî'  dest pê kir, du meh li pişt xwe hiştin. Piştî qetilkirina jina ciwan Jîna Amînî li hemberî desthilatdariya Îranê bi pêşengiya jinan xwepêşandanan dest pê kiribû. Li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê bi merasima oxirkirina Jîna Amînî bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' raperînê 16´ê Îlona bihurî  dest pê kir. Li tevahiya Rojhilatê Kurdistanê û pirraniya Îranê ev du meh in tevahiya beşên civakê li ser piyan e û daxwaza guhertina rejîmê û avakirina pergaleke demokratîk dike. Xwepêşandanan li parçeyên din ên Kurdistanê û dinyayê jî deng veda û li sedan navendan xwepêşandanên piştgiriyê çêbûn.

Ne çareserî, lê şidet derkete pêş

Li hemberî xwepêşandanan û daxwazên demokratîkkirinê, dewleta Îranê careke din serî li şidet û kuştinê da. Hêzên dewletê bi çek, cop, gaz û wekî din êrişî gel, wesayît, mal û kargehên wan kir. Her wiha bi rêbazên bertîl, gef, zordarî û girtinê hewl da ku malbatên çalakgerên hatine qetilkirin, bêdeng bikin. Kesên ku di xwepêşandanan de hatine qetilkirin, ji tirsa mezinbûna xwepêşandanan yan radestî malbatan nayên kirin, yan jî bi gefan ji malatan tê xwestin ku cenazeyan bi awayekî veşartî wergirin. Dîsa zextê li malbatan dikin ku cenazeyan li derveyî bajarên ku ew lê dijîn, veşêrin. Lê belê tevî van zext û zordariyan jî malbat li ber xwe didin û dewleta Îranê ji komkujiyan berpirsyar dibînin. Li girtîgehan jî êşkenceya fîizîkî û derûnî li girtiyan tê kirin, hêzên dewletê bi zext, êşkence û destavêtinê gefê li hin girtiyan dikin.

Navenda şoreşê Kurdistan e

Di dîroka Îranê de cara yekem e ku xwepêşdanek evqasî dirêj dewam dike. Her wiha ji liv û tevgera 1979`an û heta niha li Îranê yekem car e ku xwendekarên jin û tevahiya xwendekarên din jî tevlî çalakiyan dibin. Rê û rêbazên çalakgeran jî balê dikişînin ser xwe. Çalakiyên wekî pêxistina findan û agir, meş, girtina dikanan, birrîna por, nivîsên li ser dîwaran, çalakiyên rûniştinê û wekî din, derketin pêş. Ev rewş cudahiya serhildana îro ji yên berê îfade dike. Vê yekê ji gelek aliyan ve dewleta Îranê neçar kiriye.

Xwepêşandan li 138 navendên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê belav bûne. Navendên ku herî zêde derketine pêş jî ev in: Seqiz, Sine, Xuremabad, Kirmaşan, Bokan, Urmiye, Îlam, Arak, Îsfehan, Ahvaz, Yezd, Şîraz, Tehran, Gurgan, Loristan, Qureş, Xaş, Sîstan, Belûcistan, Mazenderan, Gîlan, Bane, Kamyaran, Merîwan, Mehabad, Bijar, Keraj, Şahid Şêr, Meşhed, Reşd, Tewrêz, Amol, Fesa, Şîn, Serdeşt, Dîwandere, Erak, Bender Ebas, Dêwlan, Kamyaran, Erak, Şûş.

Bîlançoya êrîşan

Li gorî agahiyên  PJAK'ê; di 55 rojên serhildana gel a li 138 navendên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de, 54 jê zarok, 336 sivîl hatin şehîdkirin. 15 hezar û 94 sivîl, û ji wan 441 xwendekar in, hatine binçavkirin. Cezayê darvekirinê li 9 kesan hatiye birrîn.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê jî heta niha ji 22 bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê agahî berhev kirine û bilançoya 54 rojan parve kir. Li gorî vê yekê, 336 kes hatine qetilkirin. Ji vana 43 zarok, 9 jî jin in.

 

Erdelan Qasimî slogan dinivîsî

Gava ku slogan li ser dîwar
dinivîsî, hêzên rejîmê ew şehîd kir.

Pêncşeme bihurî êvarê, yanî 10´ê Mijdarê, Erdelan Qasimî - kurê Mistefa - xelkê bajarê Gêlanxerbê, li Kirmaşanê li ser dîwaran sloganên şoreşê dinivîsin. Hêzên serkutker ên rejîma Îranê êrişî wî kirin. Erdelan Qasimî birîndar û paşê ji ber birînên  xwe şehîd bû.

Li gorî çavkaniyên haydar, hêzên rejîmê li bulwara Taqwistan a Kirmaşanê, Erdelan Qasimî û hevalekî wî dan ber guleyan. Herduyan hingê slogan dinivîsîn li ser dîwarekî.  

Heman çavkaniyan da zanîn ku Erdelan Qasimî û hevalê wî di êrişê de birîndar bûne û ew birine nexweşxaneya Taliqanî ya Kirmaşanê. Lê belê Erdelan Qasimî ji ber giraniya birînên xwe û ji ber ku xwîn zêde ji laşê wî çû, şehîd bû.

Hevalê bi Erdelan Qasimî re ku navê wî nehat zanîn jî birînên wî giran in.

Hêzên rejîma Îranê ji bo ku cenazeyê şehîd Erdelan Qasimî bide malbatê 16 milyon tumen pere wergirtine. Cenazeyê şehîdî li şemiya bihurî li goristana Taqîl a bajarê Gêlanxerbê hat veşartin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.