Li Rojava Şoreşa Zimanan; Bi 3 zimanan perwerde

Pêncşem 22 Sibat 2024 - 00:51

  • Li Rojhilata Navîn ku bi pergala netew-dewletiyê bûye goristana zimanan derfeteke nû ya hebûnê ji bo zimanan; Bakur-Rojilatê Sûriyê. Li Bakur-Rojhilatê Sûriyê li ser hîmê paradîgmaya neteweya demokratîk halê hazir bi 3 zimanan;  bi Kurdî, Erebî û Sûryanî perwerdehî tê dayin. Li Bakur-Rojhilatê Sûriyê li eynî dibistanê zarok bi sê zimanan perwerde dibin.

NÛJIYAN ADAR / ANF / REQA

Berevajî rêveberiyên netew-dewletî ku yek zimaniyê li ser hemû zimanên din ferz dikin û bûne sedema mirina bi hezaran zimanê li cîhanê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyê derfeteke nû ya hebûnê ji bo zimanan datîne holê. Halê hazir li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi Kurdî, Erebî û Suryanî perwerde tê dayin.

Dema ku mirov ji vî alî ve binere mirov dikare bibêje Şoreşa Rojava her wiha Şoreşa Zimanan jî bi xwe re tîne. Şoreşa Rojava ji bo hemû zimanên li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dibe weke kaniya jiyanê.

Hevseroka Desteya Perwerde û Hîndekariyê yê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Semîra Hec Elî dibêje heqê hemû civakan heye ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibin.

Serdema tarî ya beriya şoreşê

Elî, halê Bakur-Rojhilatê Sûriyê yê beriya Şoreşa Rojava bi bîr dixe û dibêje dema rejîma Sûriyeyê gelên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Çerkes di nava şert û mercên gelekî giran de dijiyan û serdema tarî ya beriya şoreşê bi van gotinan ji rojnamevana ANF’ê Nûjiyan Adar vedibêje:‘’Bi taybetî li dijî gelê Kurd polîtîkayeke taybet dihate meşandin. Axaftin, xwendin û stranên bi Kurdî qedexe bûn. Mirovên ku bi Kurdî diaxivin, nivîsandin dibin hedefa tundiyê û dihatin girtin. Jiyana bi çand, dîrok û zimanê xwe dihate astengkirin. Netewe dewletan yek ziman, yek al, yek nasname bi kurtasî yek tîp ji xwe re dikirin esas û ev yek di nava rejîma Sûriyeyê de serwer bû. Mufredata perwerdeyê jî bi nêrîna şovenîst, nijadperest û neteweperest a rejîma Sûriyeyê dihate amadekirin. Dîrok dihate berevajîkirin û bi vî rengî dihate hînkirin. Asîmîlekirina gelan li dibistanan dihate kirin. Ne tenê gelê Kurd. Gelê Suryan jî ji perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar hate hiştin. Mirov dikare vê yekê ji bo gelê Ereb jî bibêje. Rast e bi zimanê xwe yê dayikê dihate perwerdekirin, lê belê li gorî polîtîkaya netewe dewletê neçar dihatin hiştin.’’

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li 4 hezar û 160 dibistanan 890 hezar û 680 xwendekar bi zimanê dayikê têne perwerdekirin. 41 hezar û 867 mamoste bi Kurdî, Erebî û Suryanî perwerdeyê didin zarokan.

Piştî têkoşîneke mezin perwerdehiya 3 zimanî

Helbet li ser kavilgeheke wiha avakirina pergaleke demokratîk a ji bo zimanan ne hêsan e. Zor û zehmetiyên wê hene. Semîra Hec Ellî dibêje sala 2014’an Komîteya Mufredatê ji alî Desteya Perwerde û Hîndekariyê hatiye avakirin û wiha behs dike:"Ev pêvajo bi zor û zehmetî derbas bû. Pêwîstiya me bi kesayetên pispor hebû. Mufredateke nû çawa dikare bê avakirin, sîstemeke perwerdeyê ya ku gel bi hev re perwerdeyê lê bibîne çawa dikare bê avakirin, mufredateke gelan a hevpar çawa dikare bê afirandin, bandora sîstema rejîma Baasê çawa dikare bê şikandin; gelek pirsên mîna van hebûn. Komîteyeke me ya mufredatê ya ji 7 kesan di encama têkoşîneke mezin de em gihandin vê astê. Em îro bi Kurdî, Erebî û Suryanî mufredatan ava dikin."

Haziriya hîmê pirzimanî ye

Semîra Hec Elî bi berdewamî dibêje ji bo perwerdekirina mamosteyên pispor enstîtu hatine avakirin, li Kantonên Efrîn, Kobanê û Cizîrê ji bo mamosteyan fakulte hatine avakirin, fakulte di serî de ji bo 3 mehan û piştre ji bo salekê perwerde dane da ku mufradeyek bê avakirin û dibêje,’’ Li 7 kantonan wê sîstemeke perwerdeyê ya hevpar bê avakirin. Afirandina vê sîstemê gelekî girîng e."

Di Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de Erebî, Kurdî û Suryanî weke zimanên fermî hatine destnîşankirin. Gel bi van zimanan li dibistanên Rêveberiya Xweser perwerdeyê werdigirge. Gelên Ermen û Çerkes jî ji mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar namînin. Bi piştgiriya Rêveberiya Xweser gelê Ermen bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dibe. Gelê Çerkes jî xwedî wî mafî ye ku sîstema xwe ya perwerdeya bi zimanê dayikê ava bike.

Kurd,Ereb,Sûryan li eynî dibistanê perwerde dibin

Semîra Hec Elî dibêje li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zarokên Kurd, Ereb û Suryan bi hev re li eynî dibistanê bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê werdigirin û got, "Her zarok bi zimanê xwe yê dayikê tê perwerdekirin, di heman demê de xwedî wê siûdê ye ku bi zimanê gelên din jî hîn bibe. Sîstema perwerde û hîndekariyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstemeke li ser jinûve avakirina mirovan hatiye avakirin. Ji ber ku bi çand û dîroka xwe kesayet wê civakê jinûve ava bikin. Sîstema netewe dewletan mirovên welê diafirîne ku tevlî sîstema wan a perwerdeyê bibin. Sîstema perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser ne tenê ji ders û sîstema ezmûnê ya klasîk pêk tê, berevajî vê yekê bi paradîgmaya neteweya demokratîk civak tê afirandin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.