Li Rojava pergaleke azad heye

În 27 Kanûn 2024 - 02:50

ROZA METÎNA / AMED

Ji rêveberiya MEBYA-DER’ê Meryem Soylu têkildarî êrişên li ser dijî Rojavayê Kurdistanê da zanîn li Rojava her gel bi hev re dijîn û got:”Pergaleke azad heye. Loma ji bo ew zihniyeta DAÎŞ’ê têk biçe divê her kesên li Rojava bi hev bigirin. Ji bo destkeftiyên Rojava teslîmî tu kesî neyê kirin têkoşîneke hevpar lazim e.”

Bi guhertina hevsengiya polîtîk û leşkerî ya Sûriyeyê re êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê her diçe zêde dibin. Bertek û nerazîbûnên li dijî êrişan hem li Kurdistan hem li Tirkiyeyê hem jî li derveyî welêt dewam dikin. Têkildarî mijarê ji rêveberiya Komeleya Çand, Yekîtiyê û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) Meryem Soylu nirxandin kir. Meryem Soylu bal bir ser girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî êrişan.

Li Rojava pergaleke azad heye

Meryem Soylu bal bir ser têkoşîna hevpar û wiha got:”Li Rojava her gel bi hev re dijîn. Pergaleke azad heye. Loma ji bo ew zihniyeta DAÎŞ’ê têk biçe divê her kesên li Rojava bi hev bigirin. Di berxwedana Kobanê de jî me dît. Gelê kurd li berxwe da. Wê niha jî li dijî êrişan dîsa li berxwe bide. Ji bo destkeftiyên Rojava teslîmî tu kesî neyê kirin têkoşîneke hevpar lazim e.”

Divê her kes li Rojava xwedî derkeve

Meryem Soylu banga xwedîderketina hevpar a li Rojava kir û wiha pê de çû:”Dema ku Rojava têk biçe wê her derê Kurdistanê  têk biçe. Rojava hêviya me ye. Jixwe niha bala cîhanê jî li ser Rojava ye. Loma her kesên ku dibêjin em xizmeta mirovatiyê dikin divê li Rojava xwedî derkevin. Daxwaza me ew e ku kurd jî, ji her carê bêtir li îradeya xwe û li destkeftiyên xwe, xwedî derkevin.”

Rola jinan a li Rojava

Meryem Soylu di heman demê de bal bir ser rola jinan a di Rojava de û wiha dewam kir:”Jinên kurd çek girt milê xwe û li dijî DAÎŞ’ê şer kir. Niha jî jin xwediyê wê îradeyê ne û dev ji axa xwe bernadin. Jinên kurd wiha destkeftiyên xwe parastin. Jinên kurd ji bo bi çand, ziman, huner û dîroka xwe bijîn li berxwe dan. Loma jî rola jinên kurd a li Rojava û li dijî êrişên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê gelekî girîng e.” 

Dixwazin kurdan tune bikin

Meryem Soylu da zanîn Tirkiye dixwaze kurdan tune bike û wiha got:”Niha daxwaza Tirkiyeyê ew e ku bi wan komên dixin Rojava kurdan asîmîle û tune bike. Çimkî wexta ziman, çand û hunera gelekî ji holê rabe ew gel jî ji holê radibe. Tehemula wan ji ziman, çand û hunera kurdan tune ye. Loma banga min bi taybet ji dayik û Gelê Kurd heye ku bi zimanê xwe biaxivin. Ziman jiyan û bingeha mirovan e loma divê em xewnên xwe bi Kurdî bibinin.”

Çima tehemula wan ji jinê re tune ye ?

Meryem Soylu bi lêv kir ku komên girêdayî Tirkiyeyê bi zihniyeta mêrane tev digerin û wiha got:”Niha komên girêdayî Tirkiyeyê yên ketine Sûriyeyê hemû bi zihniyeta mêrane tev digerin. Di rêveberiyên wan de hemû mêr hene. Ev ne zihniyeta edaletê ye. Li tu derê jiyan bê jin nabe. Çima tehemula wan ji jinê re tune ye ? Jiyan û exlaq ji ber bi jinan re tê afirandin û bi jinê re dikeve nava civakê loma jî tehemula wan ji jinan re tune ye. Loma hemû mêrên desthilatdar û destpot in. Jixwe ew jî dewleteke wiha dixwazin. Kesên mirov bin vê yekê naxwaze. Çimkî cihê jin lê tune be exlaq jî lê tune ye. Li malekê jî dema jin tune be ew mal wêran e.”

Butçeyê ji şer vediqetînin

Meryem Soylu diyar kir ku butçeya Tirkiyeyê hemû ji şer re diçe û wiha got:”Tirkiye mirovên xwe birçî dihêle, perîşan dike û hemû butçeyê ji şer re vediqetîne. Gelo ka heq, hiqûq û zagonên dewletê ? Armanca xerckirina butçeya ji bo şer jî ji bo têkçûyina destkeftiyên Gelê Kurd e. Lê belê yê têk biçe wê zihniyeta wan be wê ne kurd be.” 

Zarok tên qetilkirin

Meryem Soylu herî dawî bal bir ser qetilkirina zarokan û wiha got:”Me dît cihên ku komên girêdayî Tirkiyeyê ketinê çawa zilmê li gelên li wir dikin. Îşkenceyê dikin, serê jinan jê dikên. Tecawizî jin û zarokan dikin. Wan mexdûr û perîşan dikin. Niha zarok li wir tên qetilkirin. Ger exlaqê mirovatiyê bi wan re hebaya wê xwedî li zarokan derketina wê zarok qetil nekirina. Loma her kesên ji xwe re dibêjin em mirov in divê ji vê qirêjiyê re bêjin bes e. Divê bêjin em vê zihniyet û wahşetê qebûl nakin. Bila ev destên qirêj ji nava gelan derkeve.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.