Li Rojava parastina Şûnwaran

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 11 Tîrmeh 2024 - 00:24

EBÎR MIHEMED / NÛJINHA / QAMIŞLO

Li herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek cihên dîrokî hene ku li heremê dibin mîrasa çandî û parastina wan gelek girîng e. Ev mîrasa çandî bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji belayên şer û pevçûnên ku li Sûriyeyê diqewimin rizgar nebû. Bi taybetî di dema belavbûna DAIŞ’ê li Sûriyeyê de, şûnwarên arkeolojîk bi sabotajê, wêrankirin, qaçaxkarî, firotin, talankirin û dizîn. Her wiha ev şûnwarên arkeolojîk jî weke mertalên parastinê hatin bikaranîn û ev jî bû sedem zirarê bibînin. Li Kantona Cizîrê hezar û 43 şûnwarên arkeolojîk hene, di nav de çend goristan û perestgehên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine xerakirin jî hene. Rêveberiya Şûnwaran li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2014’an de hat damezirandin. Hevseroka Rêveberiya Şûnwaran a kantona Cizîrê Hemrîn Omo got:“Bi derfetên kêm ev sazî hat avakirin û xebatên wê tenê bi parastina şûnwarên arkeolojîk bû. Rêveberiyê ev cih bi raporên xwe bi temamî belge kirin û wêneyên van cihan kişandin. Di demên pevçûnan de hinek cih bi kolandina xendekan, bi buldozeran û xerakirina hinek cihan zirar dîtin. Bi taybetî di navbera 2012-20214’an de bi destên DAIŞ’ê gelek zirar gihîşt şûnwarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Rêvebiriyê gelek proje pêk anîn, di nav de vejandina cihê arkeolojîk ê Til Beyder. Her wiha rêveberiyê malên mîsyonên ku di demên berê de xisar dîtine jî restore kir. Projeya parastin û belgekirinê zêdetirî salekê domiya. Rêveberiya Şûnwaran bi riya 33 çavdêrên gerok ên ku di nava deverên arkeolojîk de belav dikin û li van şûnwaran gerên periyodîk çêdikin, şûnwarên arkeolojîk diparêze. Em weke Rêveberiya Şûnwaran li Kantona Cizîrê daxwaz ji xelkê dikin ku bi riya hişyarkirina meclis, komîn û xwendekarên dibistanan beşdarî parastina şûnwarên arkeolojîk bibin, ji ber ku herêm ji aliyê şaristaniyan ve dewlemend e.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.