Li Rojava komxebata şêwekariyê

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 14 Mijdar 2021 - 23:46

  • Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi dirûşma “Rengên me pasevaniya sînorê axê dikin” bi tevlîbûna 8 şêwekaran dest bi komxebata şêwekariyê kir.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi dirûşma “Rengên me pasevaniya sînorê axê dikin” bi tevlîbûna 8 şêwekaran dest bi komxebata şêwekariyê kir.

Derbarê hûrguliyên komxebata şêwekariyê de serokê HRRK`ê Welîd Bekir got, “Armanca me ji vê komxebatê ew e ku şêwekarên me yên Rojava hest û xeyalên xwe nîşan bidin û bi rêya tabloyên xwe rewşa şoreşê ya niha ji gel re îfade bikin.”

Xêz sînor diparêzin

Li ser pirsa maneya dirûşmeya komxebatê jî Welîd Bekir got, “Wateya vê dirûşmê ew e ku bi xêzkirina şêwekaran, parastina sînorê welat tê kirin, bi taybetî di van rojên hestiyar ên civaka me di bin gefên dagirkeran de ye.”

Welîd Bekir got,  komxebata şêwekariyê wê 8 rojan dewam bike û ji her şêwekarekî 2 tablo hatine xwestin: “Di dawiyê de wê tabloyên şêwekaran di pêşangeheke taybet de bên nîşandan. Lê heke em mihrîcana HRRK`ê ya li Rojava li dar bixin, em ê di mihrîcanê de pêşkêş bikin.”

Şoreşa jinê di tabloyan de bi cih dike

Şêwekar Fîras Hisên ê ji Qamişloyê, got, her hunermendek bi rêbaza xwe hest û nihêrînên xwe pêşkêşî gelê xwe dike:

"Ez jî bi rêbazê xwe yê neqişkirinê beşdarî komxebatê bûme."

Fîras Hisên bal bire ser tabloya xwe û wiha dewam kir: “Şoreşa Rojava mînaka azadiya jinan e, min ji bo vê yekê xwest ku rola jinê di şoreşê de li ser tabloya xwe bi cih bikim.”

Komxebat 8'ê Mijdarê li navenda HRRK`ê ya li Qamişloyê dest pê kir. Şêwekarên beşdar ev in: Mihemed Emîn Ebdo, Omer Ishaq, Hêvîn Elî, Fîras Hisên, Solîn Osê, Burhan Mehmûd, Mûsa Mûsa û Rehîmo.

Deriyê komxebatê ji seat 10:00 heta 18:00'an li xelkê vekirî ye. 

Komxebat dê 15'ê Mijdarê bi dawî bibe.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.