Li Qeladizê dema gulberojan e

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 24 Tîrmeh 2024 - 00:46

Li Qeladizê her sal di nîvê meha Sibatê de gulberoj têne çandin, di nîvê meha Tîrmehê de jî têne çinîn û cotkar berhemên xwe ji bo firotinê dixin bazarê. Cotkarekê devera Qeladizê Osman Resûl ku ev nêzî 15 salin karê çandina gulberojan dike, têkildarî berhemên xwe yên gulberojan wiha got:“Gulberoj du rojan carekê li zeviyan tê avdan. Ji bo ku berhem xweş û xurt bibe, tên dermankirin. Paşê bi serê xwe mezin dibe, guleke zer dide. Dema ku ber bi gihiştinê ve diçe gula xwe ya zer diwerîne, serê wê spî dibe û ev jî tê wateya gihiştiye. Piştî spîbûna dendikên gulberojan, dendikên wan tên ceribandin, ger req bûbe jê tê kirin yan bi derasê tên werandin yan jî bi rêya lêdana dar. Paşê ji bo hişkirinê pênc şeş rojan li ber tava rojê tên danîn. Piştî ku gulberoj hişk bûn, bi başî tên şuştin da ku bên paqijkirin û di dawiyê de bi xwê tên şorkirin û firotin. An jî li gor hewcedariyê tên amadekirin û biraştin.” Di dewamê de cotkar Osman xemsariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li beramberî cotkaran rexne kir û got:“Divê Komîteya Çandiniyê salane serdana cotkaran li cihê ku berhem tê hilberandin bike û ji cotkaran bipirse ka çi hewcedariyên wan hene, kîmyewî, derman, dermanên kêzik û kirman û hwd. Lê mixabin hikûmet guh nade me û tu pêwîstî û amûrên çandiniyê nade me. Ji ber nebûna hevkariyê ya hikûmetê îsal berhemê gulberojan kêm bûye. Bi giştî êdî gel pişta xwe daye gulberojan û bi piranî bamya, genim û hinek jî nokan diçînin. Ger Hikûmeta Herêma Kurdistanê karhêsanî ji cotkaran re bikira, wê erdê ku tu çandinî lê nehatiba çandin û beyar wê bihatana çandin. Wê ev têra navxweyî û heta hinardekirina derve jî bikira.”

ROJNEWS/RANYE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.