Li pey rabuhiriya gelê Samî

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 8 Adar 2023 - 05:49

  • Ann-Helén Laestadius weke nivîskareke jin ya Samî, behsa zordestî, cihêkarî û bişaftina li hember gelê Samî dike. Wê di vî warî de du romanên bi navê “Stolen” û “Straff” nivîsandine. Ew bi van romanan rastiya ku ji wan hatiye veşartin, derdixe holê û li rabuhiriya civakên Samî vedigere. 

Ann-Helén Laestadius nivîskareke jin ya Samî ya li Swedê ye. Dema ew dil dike romanekê yan jî tiştekî din binivîse, berê xwe dide bajarê xwe yê bi navê Kiruna. Ji bo îlhamê bistîne li gundên xwe yên bi navê Nedre Soppero û Silkimuotka ku ew tevî malbata xwe li wir mezin bûye, vedigere. Nexasim jî havînan gund wê ber bi xwezaya xwe ve kaş dikin û nivîskar axlebe romanên xwe li wir dinivîse. Ann-Helén Laestadius dibîje, “Ez havînan wexta xwe bêhtir li ber Çemê Lainio derbas dikim. Hin caran jî masiyan digirim. Li wir zinarekî min heye, ez gelekî ji wî zinarî hez dikim. Dema ez hildikişim ser zinar û li çemê diherike dinihêrim, karakter û çîrokên ku dinivîsim tên bîra min.”

Ann-Helén Laestadius jî weke gelek kesan li bajaran dijî, lê ji bo wê gundê wê girîng e. Her wiha ew bajarê Kiruna yê ku li Bakûrê Swedê ye, weke bajarekî taybet bi nav dike û taybetmendiya bajar bi vî awayî rave dike; “Dema hûn li nav bajêr digerin, hûn pê dihisin ku li wir zimanê Swedî, Fînî, Meankîelî û Samî tên axavtin. Gelek çandên cihê li vî bajarî kom bûne. Tevî ku ev tiştekî xweş û baş e, carna hin aloziyan jî bi xwe re tîne û dike ku pêvçûn jî çêbibin.” 

Ann-Helén Laestadius, nivîskareke Samî ye û ji bo karibe pevçûnên di navbera çandan de vebêje pirtûkeke bi navê “Stolen” (Pêvçûn) nivîsand. Ev romana wê bi destê derhênera Samî, Elle Márjá Eira bû film û dê li ser malpera Netflixê were weşandin. Roman serpêhatiya keçekae Samî vedibêje. Keça 9 salî Elsa dibe şahid ku nêçîrvanek gakoviyekî dikuje. Piştî ku nêçîrvan Elsa tehdît dike, ev bûyer weke sirrekê veşêrtî dimîne. Lê piştî 10 salan, malbata Elsa bi şidet û hin pêşbiniyan re rû bi rû dimîne. Elsa li ber vê neheqiyê radibe. Li hêla din jî di navbera gundî û şivanên gakoviyan (ev şivan jî Samî ne) de jî pêvçûn derdikevin. Romana Ann-Helén Laestadius “Stolen” li Swedê gelekî hat firotin. 

Ann-Helén Laestadius, di heman demê de rojnamevan e jî. Ew û nivîskarên din ên Samî li berî dîroka fermî radibin û bi romanên xwe nerazîbûnê nîşanî nêzîkatiyên çewt ên li hember gelê Samî didin. Ji lewma li Norwêc, Swêd û Finlandiyayê li gorî texmînan 80 hezar Samî hene û ew hatine ber bişaftina temamî. Tevî ku ew niştecihên wê axê yên kevn in jî dîsa jî serdestan timî xwestiye wan tine bikin û çanda wan qir bikin. Tenê ne bişaftin, her wiha zilm û nijadperestiya li hemberî wan jî zêde ye. Nexasim jî di salên 1970’yî de li Swedê li dijî gelên Samî polîtîkayên bişaftinê hatin tetbîqkirin. Heta îro jî ew gelek caran hatin tacîzkirin û li hemberî wan polîtîkayên cihêkariyê kêm nebûne.  

 

Dewleta Swêdê cihêkar e!

Ann-Helén Laestadius da zanîn ku li Swêdê û derveyî Swêdê, kêm kes nefreta li hember gelê samî dibînin û got, “Dewleta Swêdê her tim dibêje, ew pirr demokratîk in û cihêkariyê nakin. Lê rastî ne wisa ye. Rabuhiriyeke wan ya ne baş heye derheqê Samiyan de, her tim zordestî li gelên Samî kirine. Ev pirsgirêk niha jî didomin. Ez jî dema li ser van meseleyan dinivîsim, diwestim lê weke nivîskareke Samî xwe berpirsyar jî hîs dikim. Ji lewra divê rastî were zanîn û hin tişt eşkere bibin.” Pirsgirêkên derbarê erdan de niha jî li Swêdê didomin. Di navbera gelên Samî û xelkên din ên Swêdî de pirsgirêkên erdan hîna jî didomin. Gelek caran li ser van erdan pêvçûn derketin û di sala 2020’an de Dadgehên Bilind ên Swêdê destûr dan ku şivanên Samî yên gakoviyan bi awayekî serbest keriyên xwe li wan erden biçêrînin. Ji lewra, li hin deveran gelên Samî tenê debara xwe bi şivaniyê dikin û gakovî di çanda wan de cihekî taybet digire. 

 

Şivantiya gakoviyan û rêûresmên samiyan

Ji lewma Ann-Helén Laestadius li ser gakoviyan disekine û derheqê wan de lokolînên berfireh kirine. Beriya ew romana xwe ya bi navê “Stolen” binivîse xwe gihandiye 100 raporên derheqê gakoviyan de. Ev raporên şidetê ne û ji hêla polêsan ve hatine girtin. Lê li gel ku rapor jî hebûne, derheqê kesên sûcdar de lêpîrsîn çênebûne û ti kes nehatiye cezakirin. Ann-Helén Laestadius girîngiya gakoviyan ji bo gelên Samî bi van gotinan tîne ziman; “Şivantiya gakoviyan parçeyekî çanda Samiyan e. Ew bi axa pêşiyên me re têkiliyê datînin û li wir xwedî derdikevin. Her wiha têkiliyeke wan a baş û taybet bi gakoviyan re heye. Gelek caran navên taybet li gakoviyên xwe dikin û zimanê wan bi vî awayî zindî dimîne. Ji lewma jî şivantiya gakoviyan di heman demê de parastina rêûresmên Samiyan e jî. Malbatên Samî bi vî awayî belav nabin û li hev kom dibin.”

 

Tirs û zehmetiya li dibistanan

Ann-Helén Laestadius di navbera salên 1970 û 1980’an de li Kiruna maye. Ew bi bîr dixe ku di wan salan de pirr zehmetî kişandiye û ti carî weke Samî nehatiye qebûlkirin; “Min dizanîbû hin tişt diqewimin, lê baş tênedigihîştim. Dema min dest bi dibistanê kir ji min re hat gotin, divê ez ji kesî re nebêjim ez Samî me. Ji lewma, heger min bigota ez Samî me, dê navên xerîb li min danîna û her wiha henekên xwe bi min bikirana. Weke ku li hemû zarokên Samî dikirin. Weke zarok, me pirr zehmetî kişand li dibistanan.”

 

Rastiya ku hatiye veşartin

Di sala 1930’î de dema ku diya Ann-Helén Laestadius 7 salî ye dişînin “nomad schools” (dibistana koçeran) û ji ber diya wê Samî ye, li wir rastî tiştên ne maqûl tê. Lê bi salan ji keça xwe vedişêre û nabêje ku wê li dibistana koçeran xwendiye. Ji ber ku hingê ew tirsandine wê jî nehiştiye ku keça wê bi zimanê diya xwe biaxive û zor daye keça xwe da ku bi zimanê serdestan bixwîne û binivîse. Ann-Helén Laestadius, niha weke nivîskareke samî bîr dibe ku diya wê ji ber hatiye tirsandin wiha tevgeriyaye û dibêje; “Ez fêhm dikim, diya min xwestiye min biparêze. Hin caran dema mirov bi zimanê dayikê têkiliyê çênakin, ev nayê wê maneyê ku naxwazin bi wî zimanî biaxivin. Rabihurî û serpêhatî dibin sedema hin tiştan. Lê dîsa jî ez vê yekê qebûl nakim û weke tehlûkeyekê bi nav dikim. Yanî gelek caran hestên min jî serobino bûn û min ev yek weke trawmayekê bi nav kir.”

 

Zarokên Samî yên hatine bişaftin

Ann-Helén Laestadius di pirtûka xwe ya duyem ya bi navê “Straff” de jî behsa zarokên Samî dike. Zarokên Samî çawa hatine bişaftin û bûne Swêdî, her wiha polîtîkayên dewletê yên di vî warî de jî vedibêje. Ji ber zimanê Samî hatiye qedexekirin û zarokên Samî yên ku li dibistanên koçeran hatine perwerdekirin, zimanê xwe yê dayikê ji bîr kirine. Ew bi romana xwe behsa dibistanên koçeran jî dike û ji bo vê yekê baştir binivîse ji serpêhatiyên diya xwe sûd wergirtiye. Ji bo nasnameya samîbûnê baş nas bike û çanda pêşiyên xwe ya ku jê hatiye veşartin derxe holê, romana bi navê “Straff” nivîsandiye. 

Ann-Helén Laestadius herî dawî got, nivîskarên Samî her diçe bêhtir dibin û ev yek kêfa wê tîne. Ji lewre bi vî awayî dîrok û serpêhatiya Samiyan nayê jibîrkirin û ew çanda veşartî bi wêjeyê derdikeve holê. Tişta herî girîng jî ew e ku ew bi şêwazeke din behsa civaka xwe dikin û li gorî tiştên ku li dibistanên fermî fêr bûne, tevnagerin.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.