Arkeologê Elmanî yê bi navê Sam Ghavami ku li Zanîngeha Fereiburgê dixebite, tevî şagirtên xwe li Perûyê dîwarekî ku li serê resm hene, kifş kir. Ev resmên li ser dîwar yên kevn in, wisa tê texmîn kirin ku beriya hezar salî hatine çêkirin. Her wiha li gorî lêkolînan, tê texmînkirin ku ev resmên li ser vî dîwarî, îşaret bi du civakan dikin; Moche û Lambayeque. Yanî ev dîwar beriya ku Spanyol Perûyê dagir bikin, bi destê van civakan hatiye çêkirin.
Resmên li ser dîwarî, parçeyekî perestegeha “Huaca Pintada” ne, di resman de hin şervanên dane pey xwedayekî ku dişibe çûkan, xuya dikin. Beriya niha jî haya lêkoleran ji vî dîwarê bi resm hebû lê ji ber êrişên dagirkeran, kesî nizanibû aqûbeta vî diwarî çi ye û çi bi serê wî hatiye.
Ji wêneyekî ku sala 1916’an ji hêla etnologê Elmanî yê bi navê Hans Heinrich Bruning ve hatiye girtin pêştir, tiştekî ku cihê vî dîwarî nîşan bide, tine bûye. Hans Heinrich Bruning jî piştî ku wêneyê dîwar girtiye, li ser vî dîwarî lêkolîn nekirine û ser dîwarî bi demê re hatiye girtin.
Lê Sam Ghavami ji bo vî dîwarî bibîne pirr xebitiye. Bi salan ji bo xwediyên erdê ku dîwar tê de ye razî bike, li ber xwe daye û di dawiyê de ew razî kirime. Li gel ku resmên li ser dîwar baş nehatine deşîfre kirin jî, Ghavami dibêje “Ew nimûneyeke baş a hunerê dîwar e û ji dema kevnar a Perûyê maye. Berhemeke bêhempa ye.”
LÎMA