Li Parîsê bayê Kurdistanê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 1 Hezîran 2024 - 00:06

REWŞAN DENÎZ / PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê îsal 3’emîn Festîvala Çanda Kurd hate lidarxistin û rû bi rûyê eleqeyeke mezin bû. Festîval wê vê êvarî bi konsera Koma Amed, Copy û Deza Amed, bidawî bibe.

Bi pêşengiya Konseya Demokratîk a Kurd a li Fransayê CDK-F û Komeleya Çand û Hunerê ya Kurdistanê (Association et Kulturel de Kurdistan), ku îsal cara 3’an tê lidarxistin, di fînala wê de Koma Amed piştî 20 salan cara yekê wê derkeve ser dikê.

Festîvala Çanda Kurd a li Parîsê ku cara yekemîn di sala 2021’an de hat lidarxistin, îsal jî bi naveroka xwe ya dewlemend, hem bala ciwanên Kurd ên li Fransayê hem jî yê Fransiyan bire ser xwe. Festîvala îsal hefteyekê dewam kir. Derveyî CDK-F û ACK’ê, şaredariya bajarê mezin a Parîsê, Weqfa Daniel Mîtterand û şaredariya herêma 10’an a Parîsê jî piştgiriyê dide. Di roja yekemîn a festîvalê de ango 25’ê Gulanê, bi cilûbergên Kurdî û enstrûmanên Kurdî biqasî 2 km’yan meş çêbû û stran hatin gotin. Herwiha govend hate gerandin, derbarê erbane, dahol, kemançe, zirne û hwd. de agahî hatin dayîn û mûzîk hate pêşkêş kirin. Eleqeya Fransiyan a ji bo festîvalê gelekî zêde bû. Heman rojê derbarê koçberiya Kurdistanê û jiyana Kurdên li Ewrûpayê belgefilma bi navê ‘Yek’ hate nîşandan.

Eleqeya dengbêjan a Fransiyan

Roja 26’ê Gulanê li Grands Boulevardsê dikeke mezin hate avakirin û konser pêk hat. Li gel vê li kêleka heman qadê konên ku çand û motîfên Kurdî didin nasîn, hate vedan. Nêzî 9-10 cureyên xwarinên Kurdî hatin danasîn. Heman Rojê Ferzad Andalîbî li ser çand û mûzîka Rojhilatê Kurdistanê panelek lidarxist. 

27’ê Gulanê li salona şaredariyê dîwana dengbêjan hate danîn. Hozan Marûf, Diyar Mahrovî, Narînxan Cizîrî, Rêber Serhed, Rûken Colemêrg û hunermendên din tevlî bûn. Hema bêje tevahî salonê tije bû û gelek Fransî jî di nava guhdarvanan de bûn. 

Bi hemû zaravayên Kurdî

28’ê Gulanê li salona şaredariya Montreuilê hunermendên TEV-ÇAND’ê derketin ser dikê. Koroyeke 17 kesan ku di nav de Farqîn Azad, Nûarîn, Berfîn Mamedova hebûn, derketin ser dikê. Koroyê bi hemû zaravayên Kurdî stran gotin. Standên ku xwarinên Kurdî didin nasîn hatin danîn. Herwiha cilên Kurdî jî hatin nîşandan.

Roja 5’an a zarokan bû

Di roja 5’an a festîvalê de, li Navenda Çandê ya Ahmet Kaya sifreya li erdê ya taştê hate danîn. Li ser sifrê zarokan hev nas kir. Piştre ji zarokan 2 tîm hatin ava kirin û lîstik hatin lîstin. Piştre pêşbirka ziman û pêşbirka wêneyan hate lidarxistin. Li atolyeyên mûzîkê rîtm bi zarokan hate hîn kirin. Stranên weke ‘Elo Dîno, Keleşo, Rûbaro’ weke koroyê hatin gotin. Di dawiya rojê de jî, govend hate gerandin. Nêzî 70 zarokî beşdarî çalakiyê bûn. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.