Li NY rûniştina CPT’yê

Şemî 13 Tîrmeh 2024 - 03:05

Rûniştina 56’an a Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, di 18’ê hezîranê de li Ofîsa Cinevreyê ya NY’yê dest pê kir. Rûniştin heta 12’ê tîrmehê ango doh dewam kir. Gelek binpêkirinên mafan hatin nîqaşkirin. CPT wê di rûniştina 16-17-18’ê Tîrmehê de raporên rêxistinên civaka sivîl nîqaş bike. Ji Tirkiyeyê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Civak û Lêkolînên Hiqûqê (TOHAV), Weqfa Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) û The World Organization against Torture (OMCT) jî wê raporên xwe pêşkeş bikin.

49 rûpel rapor amade kirin

Ji rêxistinên civaka sivîl ên raporên xwe pêşkeş kirin herî kêm yek kes wê beşdarî rûniştinên nîqaşên têkildarî binpêkirinên li Tirkiyeyê bibin. Di roja ewil a rûniştinê de wê têkildarî raporan pêşkeşî bên kirin. Di rojên piştre de wê komîte pirsan ji Tirkiyeyê bike. Komîte wê piştî nîqaşên di rûniştinan de, “Rapora Tirkiyeyê” amade bike. Di raporê de wê binpêkirin û sûcên êşkenceyê yên li Tirkiyeyê cih bigirin û tê payîn ku rapor di nava sala 2025’an de bê eşkerekirin. 4 rêxistinên civaka sivîl têkildarî rûniştinan raporeke ji 49 rûpelan pêk tê amade kirin. Di raporê de di serî de Girtîgeha Îmraliyê ku Rêber Abdullah Ocalan lê tê ragirtin û zêdetirî 40 meh in tu agahî jê nayên girtin, gelek binpêkirinên li girtîgehên cuda cih girtin. Her wiha binpêkirinên di qadên azadiya fikr û xweîfadekirinê de jî cih girtin. Di raporê têkildarî Rêber Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ku li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin, destûr nayê dayîn bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin, ji mafên xwe yên ragihandinê bêpar tên hiştin û têkildarî mercên tecrîdê agahiyên berfireh hatine nivîsandin. Di raporê de tê diyarkirin ku li Girava Îmraliyê ji aliyê bejahî, deryayî û hewayî ve heta astekê herêma qedexe ya leşkerî hatiye ragihandin, girtîgeh ji ber statûya xwe, rû bi rûyê nêzikatiyeke cuda ya rêveberiyê tê, sepanên sîstematîk di meriyetê de ne, cihêkarî lê tê kirin û di mijara binpêkirinên êşkenceyê de fikarên zêde hene. Di dewama di raporê de hate gotin ku parêzeran di Tîrmeha 2022’an de serî li Komîteya Mafên Mirovan a NY’ê daye û komîteyê di 6’ê îlona 2022’an de daxwaza “tevdîrê” qebûl kiriye, biryar hatiye dayîn ku parêzer bêyî astengiyan biçin bi miwekîlên xwe re hevdîtinan bikin. Di raporê de hat destnîşankirin ku Komîteya Nafê Mirovan a NY’ê hê jî têkildarî esasa serlêdanê biryara xwe ya dawî nedaye û ev pêvajo hê jî didome.

MA/DÎREN YURTSEVER

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.