Li naverasta bajêr gora komî
Çarşem 27 Tîrmeh 2022 - 22:36

- Li nêzî avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarê wê, ya li navarasta bajêr, goreke komî hat dîtin.
Li nêzî avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarê wê, ya li navarasta bajêr, goreke komî hat dîtin.
Doh dema ku karkerên Şaredariya Gel a Minbicê kanalîzasyonên li kêleka avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarê wê dikolan, goreke komî dîtin.
Piştî gor hat vekirin, termên 6 kesan hatin derxistin. Aliyên peywendîdar û Komîteya Tenduristiyê hîn jî lêkolînan dewam dikin.
Heta niha agahiyên der barê dîrok û cenazeyên di gora komî de nehatine zanîn.
ANHA/MINBIC















