Li paytexta Rûsyayê Moskovê, Kurdan bi boneya salvegera rizgarkirina Reqayê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ’ê, çalakiyek li dar xist.
Reqa 17’ê Cotmeha 2017’an bi destê QSD´ê hat rizgarkirin. Bi boneya salvegera vê rojê, Kurdên Moskovê û dostên wan li Mala Gel hatin cem hev.
Di çalakiyê de belgefilmek li ser rizgarkirina Reqayê hate nîşandan. Rojnamevan û derhênera Rûs, Anastasiya Trofimova piştî rizgarkirina bajêr ev belgefîlm çêkiribû.
Anastasiya Trofimova beşdarî çalakiyê bû, bibîranînên xwe yên pêngava azadiyê vegot.
Anastasiya got, ji bo filma "Rêwîtiya Reqayê”, wê têkoşîna rizgarkirina Reqayê gav bi gav şopandiye.
Anastasiya bal bire ser rola şervanên YPJ'ê û got, ev şer bi saya têkoşîna jinan a li eniyên şer bi ser ket.
Di çalakiyê de Hevseroka Otonomiya Federal a Neteweyî-Çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê, Doktor Lîana Smoî û Hevseroka Meclîsa Kurd a Moskovê Eka Kulîxan jî axaftin kirin.
ANF/MOSKOV