Li Minbicê topbaran

Sêşem 13 Tebax 2024 - 00:32

Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe di nava sê rojên dawî de herî kêm 171 topên hawanê avêtin bejahiya kantona Minbicê. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 3 rojên dawîn de bi 171 guleyên hewan û obîsan, bi çekên giran û navîn êriş birin ser gundewarên kantona Minbicê.

7’ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker gundên Seyada, Dendenie, Um Cilûd, Ereb Hesen, Toxar, Ewn Dadan bi 52 guleyên hawan û obîsan û gundên Hoşeriyê û Ewn Dadat bi çekên doçka gulebaran kirin.

8’ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker gundên Kawiklî, Girhiyok, Qertwêran û Biwêhîc bi 70 guleyên hewan û obîsan û doçkayan kirin hedef.

10’ê Tebaxê bi 33 topan li Ewn Dadat û Catê û bi 16 topan li gundê Seyda û bi balafireke kamîkaze li gundê Seydayê xist.

Di êrişan de zirarên mezin li mal û milkên xelkê bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.